12 november 2017

Ji Kurdistana Başûr xeberên xweş nayên

Rewşa kurdan, halê wan yê nuha li her çar perçên Kurdistanê jî xerab e, ji tu beşekî  Kurdistanê meriv xebereke xweş, xebereke kêfa meriv bîne nabihîze.
Gav û saetê xeberên meriv xemgîn dikin tên.
Lê belê xeberên, deng û bahsên ya jî wek soran dibêjin ”hewalên” ji Kurdistana Başûr tên kîmya meriv xera dikin.
Meriv dibîne li Silêmaniyê Îran ji Îraqê bêtir xwedî hukim û desthilat e, bêyî destûra Îranê kes nikane pelekê jî ji cî bilivîne.
Yanî xwedêgiravî def di hustuyê YNKê da ye lê qolik di destê Îranê da ye. Dilê meleyên Îranê kîjan meqamî bixwaze wî meqamî lê dixin û yên me jî li ber helperka xwe dikin…

XXX
Do êvarî xebera nexweşketina Kosret Resûl Elî di medyaya xeberan ya kurdî da belav bû.
Min çer xeber xwend sûîkast hat bîra min. Min got hebe tunebe tiliya Îranê û hin xayinan di vê sûîkastê da heye, belkî jahrdadayî kiribin.
Lê min ev şika xwe nenivîsî.
Di civîna agahiyê da lawê Kosret Resûl û doktorê wî tiştekî were maneya sûîkastê ya jî meriv têxe şikê negotin, tenê qala emeliyeteke serkeftî kirin û gotin rewşa wî baş e.
Hêvî dikim bi rastî jî nexweşî be û ne sûîkast be û rewşa wî jî baş be û di demeke kin da rabe ser xwe.
Lê wek tê zanîn berê jî siheta Kosret Resûl ne li cî bû. Lema jî bi rastî jî kane nexweşiyeke normal be.
Piştî dagirkirina Kerkûkê û rewşa kurdan ya nuha pir normal e yekî wek Kosret Resûl ji qahra krîzê derbas bike ya jî hin nexweşî xwe lê bidin der.

XXX
Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erdhejeke mezin.
Li gorî medyaya kurd dinivîse merkeza erdhejê Silêmanî, Helebçe ye. Lê tesîra erdhejê xwe li Hewlêrê, Dihokê, Şirnexê, Mêrdînê, Qezê û Amedê jî nîşan daye. Heta bi Wanê jî çê bûye.
Hîn di heqê zirarên mal û can da tu agahî tuneye. Lê heger 7.2 rast be pir e, erdhejeke mezin e.
Hêvî dikim zirarên canî tunebin…
Êrîşên dijmin, halê me yê perîşan ne bes bû erdhejê jî xwe da ser. Ev jî bêşansî û bextreşiya me kurda ye. Ji ber dilreşî, bêtifaqî û xiyaneta nava me xweza jî li me hat xezebê...
Erdhej(zelzele) îşev saet di 21:11a da  li parêzgehên Helebce, Silêmanî, Hewlêr û Duhokê çê bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE