13 november 2017

Ji bo çend çandir û çend betayniyan Tirkiye kir bavê kurdan


Ji ber ku Nêçîrvan Barzanî serokwîzêrê Kurdistanê ye û Kurdistana Başûr temsîl dike wek kurdekî ez şerm dikim.
Nêçîrvan Barzanî di civîna çapemeniyê da bi uslûbeke her kurd ji ber şerm bike pesnê ”alîkariya” Tirkyê da û got :
“Tirkiyê do bi şev alîkarî şandiye herêma erdhejê û Silêmaniyê."
Û got ”Tirkiyê di rojên teng da tim alîkariya me kiriye û do bi şev jî dîsa tavilê alîkarî şand.”
Naxwazim zêde dirêj bikim, dixwazim tenê viya bibêjim.
Ji ber ku Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ye û Kurdistana Başûr temsîl dike wek kurdekî ez şerm dikim.
Li vê vîdeoya wî guhdarî bikin hûnê jî şerm bikin.
Merivekî wiha ne layiqî wê kursiyê û wî meqamî ye. Heta ne layiq e di tu mistewayê da bibe nûnerê kurdan.

XXX

Buhtanan li Tirkiyê nekin, Tirkiye alîkariyê ne bi kurdan û bi Kurdistanê ra, bi Îraqê û bi gelê Îraqê ra dike. Wan wisa got.
Berpirsiyarên tirk navê kurd û Kurdistanê negirtine devê xwe û negotine ewê alîkariyê bi Kurdistanê ra bikin.
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim di beyana xwe da navê kurdan û Kurdistanê negirt devê xwe, negot ewê alîkariyê bi kurdan û bi Kurdistanê ra bikin.
Yildirim got ew amadene ”alîkariya Îraqê û gelê Îraqê” bikin.
Lê medyaya Kurdistana Başûr bi derewan dibêjeTirkiyê gotiye ewê alîkariyê bişînin ji Kurdistanê ra.
Ev vir e, hûn ji kîsên xwe çê dikin. Ne Yildirim, ne Kalin û ne jî Bozdag navê kurdan û Kurdistanê negritin devê xwe, hersiyan jî qala Îraqê û gelê Îraqê û qala ”bakurê Îraqê” kirin.
Lê kurdên me, medyaya kurd ya şelaf dîsa jî bi beyanên tirkan û bi alîkariya Tirkiyê ya bi sembolên irqçî û faşîzmê xemilandî pir kêfxweş in
Heger Tirkiye û Îran derewan nakin, bira saha hewayî vekin, bira yasxa li ser balafirên diçin Kurdistanê rakin.
Dibê kurd vê durûtiya wan bibêjin, ne ku pesnê çend betenî û konserweyên genî yên dişînin bidin.
Him ambargo danîne ser kurdan û him jî qala alîkariyê dikin...
Kurro erdhej li welatê we bûye, yên mirî hûn in, lê mêrikan nevê we nagrin devê xwe, hûn çima hewqasî kêfxweş dibin û reqlama van faşîstên neyarên qewmê kurd dikin?
Bi medyaya başûr ra şexsiyet di binê sifirê ra ye, xalis muxlis şelaf in...


XXX


Di erdhejê(bûmelerzê)da zirar û ziyana can û mal ya herî zêde li Kurdistana Rojhilat, li herêma Kirmanşanê ye.
Li gorî hin xeberên ji herêmê tên 1200 gund wêran bûne. Û ji deh hezaran zêdetir mirî û birîndar hene.
Serokê Pasdaran gotiye piraniya gundên Kirmanşanê wêran bûne.
Û hukûmeta Îslamî jî heta nuha tu alîkariyeke berbiçav negîhandiye gel. Bi hezaran însan li der ve di bin sar û sermayê da ne.
Yanî mixabin him felaket mezin e û him jî tu alîkarî negihştiye gel.
Hêzên Kurdistana Rojhilat bikanibin alîkariyekê organîze bikin ewê pir baş be. Sedhezaran kurd li Ewrûpayê kanin alîkariyê bidin. Ji Kurdistana Bakur jî alîkarî kane here. Mesele organîze ye...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE