14 november 2017

Îro min tiştekî baş kir

Ev cîhana facebookê, medîa sosyal  tije surprîz in.
Hin caran ez rastî tişt û kesên xerab û hin caran jî rastî tiştên xweş têm.
Îro tiştekî pir xweş hat serê min û pir kêfxweş bûm.
Xortekî bi navê ”Halît Penaber” ji min ra daxwaziya hevaltiyê şandibû. Piştî min piçekî bala xwe da profîla wî, min dît kurd e, min qebûl kir.
Di profîla wî da dinivîsand ew li Zanîngeha Çewligê(Çebexşûrê, Bîngolê) ziman û edebiyata kurdî dixwîne.
Vê agahiyê bala min kişand.
Min hinekî din bala xwe da rûpela wî.
Min dît şair e.
Heger ne şair be jî axirê gelek şirîrên wî hene. Û şiîrên wî ne xerab bûn. Gelek taswîr, sembol û rismên xweş tê da hebûn.
Lê hemû bi tirkî bûn.
Dû ra got çend şiîrên wî yên bi kurmancî jî hene, min yek dît.
Ji ber malper wî, şiîr û nikvîsên wî bi tirkî  bûn ez hinekî ”hêrs” bûm.
Min rabû jê ra çend rêz nivîsî.
 Dû ra di nabêna min û wî da ev diyaloga(correspondence) jêr çê bû.


Zinarê Xamo :Halit Penaber, xortê hêja, di profîla te dinivîse tu li Zanîngeha Çewligê(Bîngolê) ziman û edebiyata kurdî dixwînî.
Min hinekî bala xwe da rûpela te, min yek nivîseke te, yek şiîreke te ya bi kurdî, dimilî ya jî kurmancî nedît. Hemû nivîs û şiîrên te bi tirkî ne.
Min fêm nekir tu çawa xwendevanê edebiyat û zimanê kurdî yî?
Xwendevanê edebiyat û zimnê kurdî bixwîne çawa dibe bi kurdî nenivîse, hemû nivîsên wî bi tirkî bin?
Min bi xwe ji vî îşî tiştek fêm nekir.
Ez bawer nakim numûneyeke wiha bêyî kurdan di nava miletekî din da hebe.
Ez mamostê te bûma minê tu qebûl nekira.
Xwendevanê edebiyat û zimnê kurdî bixwîne çawa dibe bi kurdî nenivîse, hemû nivîsên wî bi tirkî bin?i
Meriv ji zimanekî hez neke wî zimanî naxwîne...

Halit Penaber: Silavên gerim ji te re mamosteyê hêja û xoşewîst..
Serê ewil ji bo rexneya te ya erênî, ez spasiyên xwe pêşkêş dikim.. Ev hevokên ku te ji min re nivîsî
tu, di her hevokên xwe de mafdar î.. Lê te go min hinekî bala xwe da rûpela te, min yek nivîsek te, yek şiîrek te ya bi Kurdî nedît.. Lê kêm jî be min hin helbest bi Kurmancî nivisîne, dibe ku ber çavên te neketibin.. Te ez hişyar kirim ji ber vê yekê spas dikim.. Hindî ku min jibîrnekirî bibêjim di berhevoka min de helbestên Kurmancî yên ku min parve nekirî jî hene.. carek din spas mamosteyê hêja..

Zinarê Xamo : Silavên te ser çavan Xalidê hêja!
Bi vê bersîva te him pir kêfxweş bûm û him jî qeherîm.
Kêfxweş bûm, ji ber ku kurmanciya te hewqasî xweş û tekûz e. Ev kurmanciya te nîşan dide tu xwenevanekî jîr û jêhatî yî. Tu dersa xwe baş xebitî ye.
Qeherîm, ji ber ku yekî xwediyê vê kurmanciya hewqasî delal û ji alî îmlayê da bêqusûr çawa çima bi kurdî nanivîse, çima malpera wî ne bi kurmancî ye, çima nabe şairekî kurd, çima ji keç û xortên kurd ra nabe îdol?
Kesên asîmîle bûne ya jî kesên bi kurdîya wan zeîf e bi tirkî dinivîsin fêm dikim. Fêrbûna zimanekî û dû ra jî nivîsandina bi wî zimanî ne hêsa ye, pir zor e. Heta ji bo hin kesan ne mimkûn e jî.
Lê belê ji bo yekî wek te kurmanciya wî ji ya min baştir nifîsînî bi tirkî şaşiyeke mezin û nayê efûkirin.
Heger yên wek te bi kurdî nenivîsin, nebin şair û nivîskarên kurdî ma şivan û gavanên serê çiayan ewê binivîsin?
Lema jî ezê bela xwe ji te venekim. Te bi daxwaza hevaltiya min şaşî kir, çimkî ji nuha û pê da ewê çavê min tim li ser te be. Ez dixwazim di rûpela te da ne şiîrên tirkî, yên kurdî bixwînim. Ez dixwazim tu bibî şair û nivîskarekî kurdî û ji bo kesên din jî bibî numûne…
Piştî te got şiîrên te yên bi kurmancî jî hene, min careke din lê nêrî min şiîreke te dît. Mimkûn e çend hebên din jî hebin.
Şiîra te ya bi navê ”wek zarokekî çavên wî ji kefa sabûnê şewitî ye” xweş e. Şiîr e. dibê tu dom bikî.
Lê hindik e, melpera te bi tirkî ye, wek malperke bi tirkî û şairekî tirk xuya dike. Dibê eksê wê be.
Gelek silavên dostaniyê û ji nuha da li bendî helbestên kurdî yên nuh im…

Halit Penaber: Bi rastî jî şexsiyetkî weke cenabê we, ji min re şîroveyeke ew qas hêja û bi bandor kirî ji ber vê yekê ez gelek pê xweş, dilxweş û serbilind bûm..
Mamosteyê xoşewîst,bê şik û bê guman bizanin ku min tu caran Kurdî piştguh nekiriye û nakim jî.. Dibe ya min jî xefletek be, lê bi xêra we ez vê xewê hişyar bûm.. Ez dubare spasiyên xwe pêşkêşî cenabê we dikim..
Cenabê we gotiye: " Te bi daxwaza hevaltiya min şaşî kir.." Xweziya hemû şaşiyên min wek daxwaza hevaltiya we ba..
Lewra tu caran min şaşiya wiha baş nekiriye..

Zinarê Xamo Temam, me li hev kir.


Miradxan Şemzini Erê willah sihet xweş mamosta. Carinan rexne dibine xizîne. We diyar e ku Xalid Penaber hevbajariyê min e. Ev jî ciyê şanaziyê ye.

Zinarê Xamo Erê carnan rexne dibe sebebê tiştekî bi xêr. Ez jî bawer dikim Xalid hemşeriyê te ye.

Miradxan Şemzini Bi xêra nivîsa cenabê te min Xalid peyda kir û xwendekarê min yê lîseyê derket. Bo vê wesîleyê jî spasdarê te me mamosta Zinar.

Zinarê Xamo Ji bo ez bûm wesîleya vê tesadufa xweş ez ji te bêtir kêfxweş bûm.
Hêvî dikim bibe şair û nivîskarekî baş e....




Ev jî şiîra wî ya bi kurmancî

Wek zarokekî çavên wî
Ji kefa sabunê şewitiyayî derdnak in kenên min..
Suwarbûme li keştiya xeyalan
Stranên bêdengiyê dibêjim
Ji esmanê heftan re..
Leyîstokên bê zarok
Zarokên bê leyîstok digerin di xewnên bê xwedî de..
Mirinek bi îşkence digere
Di esîmanê hundirê min de
Bêhna keskesorê
Dengê birisiyê jê tê û
Mertebeya pakrewaniyê hêşîn dibe
Di erdnigariya çavên min de..
Halit Penaner
03.07.2017


Şemdinli

1 kommentar:

PARVE BIKE