04 november 2017

Heta rejîma Îslamî ya Îranê hebe li herêmê rehetî ne mimkûn e


Heta rejîma Îslamî ya Îranê hebe ji kesî ra rehetî tuneye
Serokwezîrê Lubnanê Seed Herîrî îstîfa kir û got sebebê geleşên di nabêna Lubnanê û welatên ereb da Hizbullah e .
Seed Herîrî, Hizbullah jî wek piyonekî Îranê nîşan da û got:
”Îran li ku derê hebe li wir gelş û fîtne çê dibe. Lema jî dibê destên destên Îraanê yên li herêmê werin jêkirin.”
Rast e, Îran çavkaniya fîtne û fêsadiyê ye, di hemû şer, teşxele û tevliyevêyên herêmê da Îranê heye.
Seed Herîrî gotiye jiyana wî di tahlûkê da ye û ditirse were kuştin. Lema jî îstîfa dike.
Qetil û her pîşikê xerab yê Îranê ye, Îran dewleteke qatilên profesyonel e, bi hezaran qatil di bin destê meleyên îranî da ne.
Îranê bi qatilên xwe Dr. Qasemlo û Şerefkendî û hevalên wan bi namerdî dan kuştin.
Lema jî ji bo herêm û dinya rehet bike dibê rejîma melayên zebanî were hilweşndin. Heta rejîma Îslamî ya Îranê hebe ne gelên herêmê ra û ne jî ji dinyayê ra rehetî tuneye….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE