14 november 2017

Gerek berî xelkê em herin hawara hev



Kurdistan cografiyeke erdhejê ye, bi taybetî jî başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê li ser şirîteke erdhejê ye.
Dewletên em û welatê me di bin destê wan da ne dewletên hov in, li hemberî erdhejê tu tedbîrên cidî nagrin.
lema jî dibê em kurd li gorî îmkanên xwe hin organîzasyonên ji bo felaketên wiha ava bikin. Dibê ev organîzasyon ne ya tu hêzê û tu kesî be, serbixwe û netewî be. Wek Heyva Sor ya Kurdistanê. Yên hene di vî warî da hene bira hêzên xwe bikin yek.
Du roj di ser erdhejê ra derbas bûn lê gelê erdhejê hîn jî perîşan in. Kurdên rojhilat û başûr îro motajî alîkariyên însanî, tibî û lojîstîk yên pi acîl in. Dibê kKurdistanurd li bende alîkariyên Îranê, Îraqê û derve nemînin û ew bi xwe herin gazî û hawara gelê xwe, hukûmeta Kurdistana Başûr kane di vî warî da pêşengiya alîkariyan bike. Ji her derên dinyayê kurd kanin alîkariyê bikin. Lê organîzasyon lazim e. Dibê kampanya were vekirin.
Dibê Hukûmeta Kurdistanê ji Tirkiyê, Îraqê û Îranê rakirina yasaxa firîna li ser Kurdistanê bixwaze.
Dema yasaxên wiha hebin alîkariyên Xaça Sor û dezgehên din jî zahmet dibe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE