01 november 2017

Dostî û baweriya bi Tirkiyê û bi Îranê ra malwêranî ye

Xebereke baş...
Hoşyar Zebarî gotiye, ”Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ji bo hevdîtinên bi Hukûmeta Kurdistanê ra şertê betalkirina netîceyên referandûmê paş da kişandiye”, yanî bi kurdan ra diyaloga bêşert qebûl kiriye…
Pêşketineke pir baş e. Dibê em kêfxweş bin.
Lê bi xêra Amerîkayê ye.
Amerîkayê ji Abadî ra got heger hûn bi kurdan ra nekevin diyalogê û êrîş bikin emê li we xin.
Ev mesaj ji bo Tirkiyê û Îranê ye jî.
Îro li Kurdistana Başûr û Rojava belhazir pişta ta me tenê Amerîka ye, tenê Amerîka kane me li hemberî van her sê dewletên hov û faşîst(Tirkiyê, Îranê û Îraqê)biparêze.
Gerek em tu carî nabêna xwe û Amerîkayê xera nekin, gerek em bêhaya Amerîkayê tu gavan navêjin û bi van dewletên neyar ra dîsa nekevin têkiliyên tarî û li dijî berjewendiyên me.
Heger em biaqil herket bikin û siyaseteke zîrekane bimeşînin û dostiya xwe û Amerîkayê xurttir bikin, Ebadî ewê gelek gavên din jî paş da bavêje.
Xwendevanekî gotiye, ”Apê Zinar, tu dibêjî “gerek em bêhaya Amerîkayê tu gavan neavêjin...” herhal meqseda te ji vê hişyariyê ev e, peymanên bi Tirkiye, Îran û Rûsyayê ra bûne belayê serê Kurdan, ne?”


Belê, lê vana yên em pê zanin, lê hin têkilî û peymanên em nizanin jî hene. Amerîkayê hew tehamul kir.
Derket ortê hevkarî, tîcaret û dostiya bi Tirkiyê û bi Îranê ra van dewletan tu carî ji neyartiya me dûr naxe û nake dostên me.
Kurdistan bûbû bexçeyekî pişt Tirkiyê, lê dîsa jî pere nekir.
Kurdan peymaneke 50 salî ya petrolê bi Tirkiyê ra çê kir. Hîn jî kes nizane naveroka peymanê çi ye û çi nîne…
Amerîka li dijî vê peymanê bû. Lê kurdan guh neda Amerîka û petrola kurdan pêşkêşî Tirkiyê kirin.
Lê dîsa jî Tirkiyê dev ji neyartiya kurdan berneda.
Em dibînin îro ji Îraqê bêtir Tirkiye dixwaze Barzanî bifetisîne.
Bi baweriya bi Tirkiyê Barzanî şaşiyeke pir mezin kir. Ev têkiliya wî ya bi Tirkiyê ra bû sebebê Amerîka jî dev ji wî berde û destprê bide vê trajediya dawî.
Her wisa hevkarî û dostiya bi Rûsyayê ra jî me xelas nake, Rûsya jî ne dîwarekî saxlem e.
Îro, belhazir tenê Amerîka kane bibe mitefikekî me yê saxlem û kane me biparêze.
Helbet Amerîka jî viya belaş nake, dibê em jî tiştekî bidin Amerîkayê, dibê em jî mitefikekî saxlem bin...
Em bi tena xwe, bi hêza xwe tenê nikanin li hemberî van sê dewletên zebelih û hov xwe biparêzin, ji me ra piştek pir xurt û saxlem lazim e. Îro roj ew jî Amerîka ye. Ez wer dibînim....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE