02 november 2017

Dijminên me qet ferqê naxin nabêna kurdên vî welatî û wî welatî

Dijminên kurdan tu carî kurdan li gorî beşên Kuridistanê ji hev cihê nabînin, bi qasî li dijî azadî û serxwebûna kurdên xwe ne, li dijî azadî û serxwebûna kurdên perçên dinin jî.
Dibê em xwe nexapînin, dijminên me ferqeke herî biçûk jî naxin nabêna me.
Tirkiye bi qasî li dijî azadiya kurdên xwe ye, hewqasî jî li dijî azadiya kurdên rojava û başûr e jî; bi qasî li dijî PKKê ye, hewqasî jî li dijî PDK, YPGê û YNKê û Goranê ye jî...
Neyartiya Tirkiyê ya bi serxwebûna kurdên başûr û rojava ra îspta vê yekê ye.
Îran jî xwediyê eynî siyasetê ye, ew jî naxwaze li tu beşekî Kurdistanê kurd bibin xwedî dewlet.
Lê siyasetmedar, serok û rêberên kurdan heta nuha tu carî wiha nefikrîn, wan tim xwe ji hev cihê dîtin û lema jî di têkilî û hevkariya bi dewleteke dijmin ra tu şaşî nedîtin, wer bawer kirin dijmin û dagirkerên beşekî din yê Kurdistanê ewê heta dawîyê alîkariya wî bike û pê ra dost bimîne.
Lê ev dîtin her car bûye sebebê malwêraniya xwediyên vê dîrinê.
Numûneya herî dawî trajediya Kurdistana Başûr e.
Siyasetmedar û serokên başûr wer bawer dikirin dema ew îşê xwe ji kurdên rojhilat, bakur û rojavayê Kurdistanê neynin, ewê kanibin bi Tirkiyê û bi Îranê ra bibin ”dost” û Îran û Tirkiye ewê bela xwe di wan nedin, wan rehet bihêlin.
Di 16ê cotmehê da bi êrîşa Îraqê û îşxala Kerkûkê ra Tirkiyê û Îranê nîşanî kurdên başûr dan ew çiqasî şaş fikirîne.
Helbet di îşxala Kerkûkê da rola îxaneta hundur muhîm e, dibê meriv viya bibêje. Lê ev îxanet bi alîkarî û organîzeya Îranê û Tirkiyê bû, heger Îran û Tirkiye ne li pişt wan namerdan bûna wan niknîbû Kerkûk û petrola wê bifrotana Îraqê.
Kurdên her çar perçên Kurdistanê bixwazin, nexwazin yek milet in. Lema jî dibê wek ferdên yek miletî hereket bifikirin û hereket bikin û di nabêna xwe da têkiliyeke li gorî wê saz bikin.
Fikrê em kurdên başûr in, îşê xwe ji kurdên din nînin ne rast e û Tirkiyê û Îranê tu carî nake dostê wan, bela Tirkiyê û Îranê ji wan venake….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE