10 november 2017

Dibê meriv hewqasî jî saf nebe



Kurdên dilsoz, dilpak lê hewqasî jî saf pir in.
Em bi gotineke şîrîn ya siyasetmedar û serokekî, bi forteke serokê  xwe, bi nîşan û semboleke kulturî, bi kincên li xwe dike dixapin û pesnê wî didin.
Ji ber em hewqasî rehet dixapin lema jî kî bixwaze dibe serokê me û em jî jê ra li çepikan dixin.
Em ji kar û netîceyê li fêzê bêtir, ji gotin fortên siyasetmedaran ra li çepikan dixin.
Em nabêjin ezbenî hewqas sal û zeman e tu serokê me yî, tu bi her hawî xwedî desthilat î, ka te ji me ra çi havil kir?
Serokên hene em kirine 77 perçe, kurd kirne motajê parîyek nan, her partiyek li têlekê dixe û ketiye himêza neyarekî me, lê hîn jî her kes ji serokê xwe ra li çepikan dixe, dibêje bijî serokê min !
Bi Xwedê îro tu serokekî kurd, tu partiyeke kurd ne layiqî hal û çepika ye.
Helbet hinek ji hinekan pir xerabtir in, ev tiştekî din e.
Lê axir hemû jî ji vê trajediya hatiye serê me sûcdar û mesûl in, wan, siyaseta wan ya şexsî û hizbî bûye sebebê heta nuhakurd yekîtiya xwe çênekin. Siyaseta wan ya malbatî û şexsî miletê kurd xistiye vî halê perîşan û bûne sebebê dijmin kanibe welatê me bi hêsanî dagir bike.
Heger hemû partiyan û serokan berjewendiyên netewî di ser yên şexsê xwe û partiya xwe ra bigirta, ji dêlî dewleta partiyan û şexsan, dewleteke netewî hebûya, artêşeke netewî hebûya di 16ê cotmehê da çend kesên xayin nikanîbû ew xiyaneta mezin bikirana.
Çend xort çawa kanin xiyaneteke hewqasî mezin bikin?
Maneya xwe em ne tiştek in, çend sebî jî kanin welatê me ji me bistînin û bidin dijminên me.
Yanî em hewqasî pûç û vnala ne...
Lema jî bi baweriya min dibê meriv tu serokî, tu siyasetmedarî û tu partîyê mezin neke û nepesinîne...
Her tişt li ber çava ye.
Nîvê Kurdistana Başûr di nava 4-5 saetan da hat dagir kirin.
Welatekî bi dehhezaran pêşmergeyên wî hebe çawa kane di nava 4-5 saetan da nîvê axa xwe wenda bike?
Di ser da jî dibêjin ji bo xwîn nerije em paş da vekişiyan, me nehîşt pêşmerge şer bike, heger pêşmerge şer bikira Heşdî Şabî û leşkerên Îraqê nikanîbûn di demeke hewqasî kin da hewqas erd dagir bikin.
Rast e, ji ber nehîştin pêşmerge şer bike, ji ber emrê şer nedan hêzên pêşmerge, lema Îraqê di nava çend saetan da nîvî Kurdistanê dagir kir.
Mêrikan bi leşkerên xwe, bi tank û topên xwe hatine welatê me ji me bistînin, yên me dibêjin bira xwîn nerije !
Ma ev gotin e?
Meriv çawa kane vê gotinê rast bibîne û jê ra li çepikan xe?
Baş e pêşmerge ji bo çi heye?
Heger tu yê ji bo parastina welatê xwe şer nekî û xwîna xwe nerjinî, tu yê kînga û ji bo bikî?
Heger li hemberî êrîşeke wiha tu yê emrê şerkirinê nedî pêşmerge, tu yê kînga bidî?
Lê  ya xeram li gel van îtîrafên serokan jî ji me hin kes hîn jî pesnê hin serokan didin...
Ev ne rast e…
Bi vê şêla xwe em dibin sebebê siyasetmedar û serok dev ji siyasetên xwe yên şaş bernedin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE