13 november 2017

Dibê kurd alîkariya Tirkiyê qebûl nekin !



Bi baweriya min dibê Hukûmeta Kurdistanê, partiyên siyasê û gelê kurd alîkariya Tirkiyê qebûl nekin.
Bira kes viran neke, em ne "birayê" Yildirm in, em neyarên wî yê herî mezin in. Tirkiyê ev neyartiya xwe baş nîşan da û dide.
Ji bo kurdên Silîêmaniyê û Helebçê ji bindestiya ereban xelas bnebin Yildirim her babet alîkarî da Heşda Şabî û Îraqê.
Hukûmeta Yildirim ev du meh in seferên balafiran ya Kurdistanê yasax kiriye û nuha jî dixwaze bi şandina çend konserveyên genî kurdan bixapîne. Alîkariya we serê we bixwe.
Kurd ne motajê alîkariya neyarên xwe ne.
Dibê meriv "alîkariya" van qatil û faşîstên neyarên hebûna xwe qebûl neke û nîşan bide em ne parsek in...

XXX
Erdhejê zirara herî mezin daye Kurdistana Rojhilat(Îranê)....
Erdheja(zelzeleya) do êvarî li Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê çê bû herî zêdetir li Kurdistana Rojhilat(Îranê) li herêma Kirmanşanê bi tesîr bûye.
Li Kurdistana Rojhilat(Îranê) li herêma Kirmanşanê li dora 200 kesan û li Kurdistana Başûr(Îraqê)jî 7 kesan jiyana xwe wenda kirine.
Li Kurdistana Başûr merkeza erdhejê Helebçe ye, li wir gelek avahî û xanî xera bûne.
Li Kurdistana Rojhilat li gel gelek mirî, xesareta madî jî mezin e, çend gund û gelek malan ji erdhejê zirareke mezin dîtine.
Ya xerab li wan deran nuha sar û serma ye jî. Ev yek jî rewşê xerabtir dike. Ji ber ku herêma erdhejê Kurdistan e, meriv nizane mejîma Îranê ya destbixwîn ewê çi bike. Hêvî dikim dinya here alîkariyê.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE