09 november 2017

Çima weka berê hereketeke xortan tuneye ?

Keç û xortên me li ku ne?
Di wext û zemanên berê da, di salên 1960 û 1970 û 1980î da ciwan (keç û xort)aktîf bûn, doza azadî û serxwebûna gel û welatê xwe dikirin, şoreşger bûn.
Xwediyên fikrên nuh bûn, di civatê da guhertin dixwestin û bi kirin û tevgerên xwe civata diguhertin.
Lê nuha li piyasê tevgerên ciwan, xortan tunene, yên hene wek pepûkan li devên kal û pîrên 60-70 salî dinêrin, didin pey wan, bi emir û fermanên wan hereket dikin.
Berê, di civaniya xwe da em ne wiha bûn.
Em xwedî bawerî, xwedî doz û îdîalên mezin bûn, me doza guhertina dinyayê dikir.
Me li seranserê Kurdistanê û Tirkiyê, li mekteban, li bajaran ala azadiyê û serxwebûnê li ba dikir.
Lê îro keç û xortên kurd, xwendevanên kurd bêdeng in ya jî li bende emir û fermana kal û pîrên helisî ne.
Helbet di nava kesên bi umir, bi temen da jî merivên şoreşger, merivên xwedî fikir û îdîalên pêşverû, mezin hene.
Lê wek grûb ew grûbeke konservatîv(mihefezekar)e, zû bi zû guhertinan qebûl nake, kal û pîr, kesên bi temen bi gelemperî malên xwe, canên xwe, rehetiya xwe naxin tahlûkê. Bunya wan jî û fikrên wan jî ji micadelê û liberxwedanê ra, ji pêşengiyê ra ne misaid e.
Dibê xort ji tecrûbên pêşiyên xwe dersê bigrin, lê belê dibê li devê wan nenêrin, bi aqil û fermanên wan hereket nekin.
Ji mezinan(kesên bi umir, kal û pîr) bêtir, dibê xort pêşeng bin.
Çimkî yên fedekar, cesûr, canfîda û xwediyên fikrên nuh xort in, di nava xortan da hin fikirên kurmî hebin jî, lê bi tevayî xort şoreşger(revolutioner)in, xwediyê fikir û îdeolojiyên azadîxwaz in.
Ez li bende tevgerên keç û xortên azadîxwaz im.
Xortên doza kurd û Kurdistanê dikin.
Xortên li dijî asîmîlasyonê ne.
Keç û xortên bi hev ra bi kurdî dipeyivin.
Xortên nameyên evînê ji hev ra bi kurdî dinivîsin
Xortên şîar û twîttên wan bi kurdî ne.
Xortên li hemberî kal û pîrên, li hemberî serok û partiyên fikir kurmî serî hil didin.
Xortên şîar û belavokên wan bi kurdî ne.
Ez ciwanên wiha xeyal dikim.
Ez tevgerên wek DDKO û DDKDê xeyal dikim, dibê tevgerên wiha derkevin û pêşengiya xortan bikin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE