24 november 2017

Bi 37 salên tarîx û jiyana xwe ya li dîasporayê derbas bûn serbilind im…

Bi tarîx û jiyana xwe ya van 37 salên li dîasporayê wek xewnekê derbas bûn serbilind im…
Feysê îro ev parvekirina min ya 7 sal berê bi bîra min xistiye. Di vê dosyeyê da gelek rismên pir kevn hene, rismên ji 1980î û vir da ne.
Rismê pêşî li Almanyayê Newroza 1980î ye. Bajar Hanower e.
37 sal in wek xewnekê derbas bûn, ev îş wiha ye, kes nikane rê li ber herikîna salan bigre.
Lê ya muhîm ne salên buhurî ne, ya muhîm di salên buhîrîn da meriv çi kir û çi mîrat li pey xwe hîştiye.
Di jiyana xwe da helbet min hin şaşî kirin, bi aqilê îro minê ew kar nekira, ew îdeolojî neparasta, ew siyaset nemaşanda, nebûma hevalên hin kesên bi salan bûm hevalên wan…
Lê li gel van kêmasiyên xortaniyê jî di tarîxa min ya van 37 salên borî da tu tiştê ez ji ber fedî bikim, tu karekî serê min ji ber ve xwar be di tuneye. Ev jî ne hindik e, nabe nesîbê her kesî.
Di jiyana xwe da min kurdperwerî her tim di ser hemû nasname û berjewendiyên xwe girt.
Ez tu carî nebûm merivekî pûlperest, min îdealên xwe, şexsiyeta xwe
tu carî bi pera nefrot, min welatparêziya xwe tu carîlededar nekir.
Ez nasyonalîstekî kurd bûm û min tu carî ev baeriya xwe lekedar nekir.
Min bîr baweriyên xwe tu carî nekir xizmeta partiyekê û şexsekî, min kurdayetî her tim di ser hemû bawerî û îdeolojiyan ra girt.
Min ji zimanê kurdî bi rengekî bêtarîf hez kir û ji bo ku kurd bi kurdî bipeyivin, ji bo ku kurdî bi pêş bikeve çi ji min hat min har min kir.
Li hemberî hemû hêz û dewletên dagîrker û hevalbendên wan yên kurd û yên ne kurd ez tim bêkompromîs bûm. Di vî warî da min tu carî oportunîstî nekir.
Û ya herî muhîm jî Zinarê Xamo tu carî hevalê xwe nexapandiye û xeyalşikestî nekiriye, heta ji min hatiye bûme merivekî xwediyê soza xwe…
Lema jî bi tarîx û jiyana xwe ya van 37 salên li dîasporayê wek xewnekê derbas bûn serbilind im…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE