29 november 2017

Ban qul be binban şil e



Her kes zane dawiya her  derewê, her sextekariyê, her bêrêtiyê heye.
Rojekê tê derewa meriv êdî pere nake û rastî derdikve ortê.
Yanî tu dereweke bîdawî tuneye.
Lema pêşiyan gotiye çira virekan heta sibê vêketî namîne ya jî reva pisikê heta kadînê ye…
Lê dîsa jî însan dev ji derewan û sextekariyan bernadin, li gel ku zanin rojekê ew derewên wan derkevin û rûreş bibin…
Tu derew ne xweş e û nayê parastin.
Lê li gel vê jî derew heye, derew heye...
Derewên bêzirar, derewên biçûk û derewên pir rezîl, yê qet nayên efûkirin hene.
Hin însan carnan ji ”mecbûrî” ya jî ji tirsan derewan dikin.
Lê hin kes jî ji bo berjewendiyên xwe, ji bo pera, ji bo sextekariyên xwe, ji bo diziya xwe veşêrin derewan dikin. Bûne mîtomanên profesyonel, jiyana wan li ser derew û sextekariyê, li ser kalpazaniyê ava bûye.
Carnan meriv dibêje xwezî her cara yekî derewek bikira pozê wî/wê dirêj bibûya.
Lê çi heyf tiştekî wiha nabe û lema jî însan derewan dikin.
Serokê AKPê û berpirsiyarên hukûmeta AKPê  jî miheqeq zanîbûn rojekê ew derew û sextekariyên wan derkevin ortê  û her kesê rastiyê fêr bibe.
Lê ji bo timayiya malê dinyayê dîsa jî dev ji derewan û sextekariyên mezin bernedan.
Lê îro pir hindik bi doza Zerrab ya li Amerîkayê ra ewê gelek derew û sextekarî eşkere bibin û her kesê bibîne kê çi sûc û çi virên mezin kirine.
Helbet di vê dadgehê da ewê hemû sextekarî û derewên reîs û zilamên wî dernekevin, tenê qismê Amerîkayê û Îranê eleqedar dikin, ew jî qismek ewê eşkere bibin.
Lê belê derewên reîs pir in, bi sedan in, dîploma wî, jiyana wî li ser derewan ava bûye. Heta ew li ser hukim be ne mimkûn e hemû rastî eşkere bibin.
Piştî ji ser hukim da ket li ser jiyana wî ewê gelek tişt derkevin, werin nivîsîn û fîlm werin çêkirin. Dinya ewê bibe şahidê mîtomanekî bêemsal.
Vîktor Hugo gotiye:
“Derew karê zekayê, duristî, rastgoyî jî karê cesaretê ye. Heger zeka te têrê nake derewan neke, cesareta xwe bi kar bîne û duristiya xwe biceribîne.”
Reîs jî bi zeka xwe pir bawer bû, lema jî di derewkirinê da pir bêperwa û cesûr hereket kir.
Diyar e zeka wî têra hewqas derew nekir…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE