08 oktober 2017

Yek kurdekî bi şeref ne li dijî Barzanî û serxwebûna Kurdistanê ye

Erdogan do di bin navê serokên eşîran da çend bêşexsiyetên pûlperest û kurtêlxurên kurd li Anqerê top kirin û bi wan beyaneke li dijî Mesûd Barzanî û serxwebûna kurdan da xwindin.
Tiştê Erdogan bi tirsandinê, bi darê zorê bi çend kesên reben, bêşexsiyet û pûlperst dide kirin ne karê mêr û camêra ye, yê ji xwe fedî bike tenezulî tiştên wiha nake.
Her kes zane îro yek kurdê bi namûs û bi heysiyet ne li dijî Mesûd Barzanî ye û ne jî li dijî serxwebûna Kurdistana Başûr e.
Bi tiştên wiha siyasetmedar û birêvebirên tirk tenê biçûkayî û mustewa xwe nîşan didin; nîşan didin bê ew çiqasî bêexlaq in û ji edeb û însaniyetê çiqasî bêpar in.
Û helbet çiqasî jî faşîst û neyarên qewmê kurd in…

XXX
Erdogan ji bo xwe bi Esed bide efûkirin, bi destûra Rûsyayê û Îranê dike çeteyên xwe ji Îdlibê derxe. Û li dereke din, li hemberî kurdan wezîfeyeke nuh bide wan.
Û ji ber vê xizmeta xwe jî hêvî dike ewê kanibe rê li ber federasyona kurd bigre.
Û medyaya tirk wek do, îro jî jê ra li çepikan dixe.
Erdogan êrîşî Esed dike jî rast dike û pê ra li hev tê jî rast dike.
Çimkî Erdogan çi dike li hemberî kurdan dike, ji bo dijminatiya kurdan dike.
Lema jî medyaya tirk, civata tirk, partiyên tirk tim jê ra li çepikan dixin.
Ji bo tirkan ya muhîm neyartiya kurda ye, tiştên din hemû teferûat in, ne muhîm in...

XXX
Mirina Mam Celal bi mirina xwe jî feyde gîhand kurdan. Wefata wî yekîtiya kurdan xurt kir.
Îhtîmal e tesîreke pozîtîf li Bexdayê jî bike.
Îro kurd di her warî da ji berî wefata Mam Celal xurttir in, di pozîsyoneke hîn baştir da ne.

XXX
Wa ye Bexda hatiye rê û diyalog û rakirina ambargoya ser Kurdistnanê qebûl kiriye.
Li ser 4 nuxteyan li hev kirine. Bi dîtina min her çar made jî baş in.
Wer xuya dike Reîs dîsa pûş kuta û hat xapandin.
Dawiya dawî ewê xerabiya tirkan ji wan ra bimîne.
Tiştê herî baş li ciyê rehetiyê dilreşî û bêbextiya xwe jî belaş nîşanî me dan.
Bi vê minasebetê gelek kurdên nezan û zilamên wan jî veciniqîn û bêtir bûn kurd.
Helbet Elawî Nuceyfî ne desthialt in. Lê ev şêla wan dîsa baş e. Hêvî dikim Ebadî van pêşniyaran qebûl bike...


XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE