16 oktober 2017

Wezîrê di rojeke wiha da ev beyan daye merivekî pir rezîl e...


Îraqê Kerkûk dagir kiriye, bi hezaran kurd ji Kekûkê koçber bûne, tê gotin Heşdî Şabî serê hin pêşmergeyan jê kirine, li hemberî vê felakata qewimîye kurd di şînê da ne….
A di demeke wiha kambax û malwêran da Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê mizgînî dayeme, gotiye netirsin, Wezareta Petrolê ya Îraqê ewê şandina petrola me ranewestîne.
Fermandarê Parastina Saziyên Petrolê yê Kerkûkê Lîwa Fayîq Çûçanî ji Rûdawê ra gotiye, bîrên petrolê yên Havana û Bay Hesen ji alî Hêzên Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê ve tên parastin neketine bin destê Heşda Şabî.
Yanî Îraqê bihêle PDK petrola xwe bifroşe.
Yanî petrola PDKê di garantiyê da ye
Kerkûk hatiye îşxalkirin ne xema wan e, ketine derdê petrola xwe…
Ez nizanim ji vî wezîrî ra çi bibêjim ?
Meriv ancax kane hewqasî rezîl û bêheysiyet bibe, namerdiyeke ji viya mezintir tuneye…
Medyaya ev beyan kiriye xeber jî ji xwediyê beyanê gelkî rezîltir e...
Diyar e wezareta ev beyan daye û dezgeha ev xeber belav kiriye pir rezîl û pir bêexlaq in, tu têkliya wan bi welatparêziyê tuneye, ew pûlperest in, pere ji bo wan di ser Kurdistanê û di ser xûrûra miletê kurd ra ye…
Xeberê bixwînin hûnê bibînin ku xebereke çiqasî rezîl e.

XXX
Min bi xwe tiştek ji vî îşî fam nekir, 16-17 saet di ser êrîşê ra derbas bûye lê hîn jî yek berpirsiyarekî hukûmetê, ne serok û ne jî serokwezîr derneketiye pê milet û beyanek nedaye.
Ev ne normal e, dibe sebebê panîkê...
Bêserûberiyeke mezin heye, milet ketiya panîkê û berpirsiyar li ortê tunene.
Gerek wiha nebûya.
Belhazir we gelê kurd qudûmşikestî kiriye. Dibê di zûtirîn wextê da berpirsiyar derkevin ortê û rewşê zelal bikin...

XXX
Tirkiyê jî bi beyanekî diyar kir ew piştgiriyê didin êrîşa Îraqê ya ser Kerkûkê û Kurdistanê. Û Tirkiye ne Îraqê, hukûmeta Kurdistanê sûcdarê vê rewşê dibîne.
Tirkiye di beyanê dibêje heger hêzên PKKê li Kerkûkê were dîtin ewê vê yekê wek sebebê şer qebûl bikin.
Yanî Tirkiye tiştê her kurdî texmîn dikir dibêje û dike, ew li hemberî kurdn bi Îraqê ra ye û heger hewce be ewê jî li Kurdistana Başûr û li Kerkûkê şerê kurdan bike.

XXX
Di vî şerî da ne tenê dijmin ewê bişkê, merd û namerd jî ewê diyar bibin. Kî evîndar û canfîdayê welatê xwe, kî di bin ra hevalê neyar e ewê jî derkeve ortê.
Ev jî tiştekî baş e.
Moralê xwe xera nekin, zafer ya gelê kurd e...





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE