25 oktober 2017

Vê beyanê hemû kurd xeyalşikestî kirin

Hikûmeta Kurdistanê bi beyanekê pêşniyar kiriye netîceya referandûmê were rawestandin.
Îcar pêşniyar ji kê ra ye, kî ewê netîceya referandûmê betel bike(rawestîne) min ew jî fêm nekir.
Ji xwe  rawestandina (cemidandina) netîceya referandûmê” bi xwe jî gotineke ne zelal e.
Ma kî kane netîceya referandûmê tune bihesibîne?
Netîceya referandûmê di destê miletê kurd da tapû û belgeyeke tarîxî ye, tu kes nikane wê betal û pûç bike. Hukûmeta Kurdistanê jî nikane û mafê wê jî tuneye tiştekî wiha bike.
Tenê meriv kane îro serxwebûnê nexwaze, taloqî rojeke din bike.
Lê betalkirin ne hedê kesî ye, gel carê îradeya xwe diyar kiriye...
Hûn çi zû poşman bûn?
Heger hûnê piştî mehekê teslîm bibûna û we yê netîceya referandûmê tune bihesibanda we çima di referandûmê da hewqasî israr kir?
Ev beyana we skandaleke nedîtî ye.
Bi vê beyanê we pir eyb kir, min qet bawer nedikir hûnê hewqasî zû teslîm bibin.
Heyf, we(Mesûd Barzanî) mala xwe jî û ya miletê kurd jî şewitand...
Di vê beyanê da hukûmet dibêje  em netîceya referandûmê betal dikin, tune dihesibînin û serxwebûn, merxwebûnê jî naxwazin û em amadene bi hukûmeta merkezî ra dest bi diyalogê bikin.
Bi gotineke din em şertên hukûmetê qebûl dikin.
Bi baweriya min ev beyan him trajediyeke mezin e û him jî îlana teslîmbûnê ye, dibê hukûmetê tiştekî wiha negota.
Bi vê beyanê berpirsiyaran him xwe û him jî miletê kurd hetikandin.
Lê ez bawer nakim Ebadî bi betalkirina netîceya referandûmê jî were serî û bi kurdan ra dest bi diyalog bike.
Berî referandûmê ewê qebûl bikira, lê nuha ewê qebûl neke.
Tiştê xuya dike Îraqê ewê êrîşên xwe bidomîne heta tevahiya Kurdistanê dagîr dike, dike bin kontrola xwe.
Helbet heger bikanibin.
Heger hin mudaxeleyên ji derve nebin û Îraqê mecbûrî rawestandina şer nekin, Ebadî di şer da ewê israr bike. Êrîş û haziriyên rojên dawî viya nîşan dide.
Çimkî Îraq îro him di warê eskerî da û him jî di warê siyasî da di pozîsyoneke xurt  da ye û kurd jî di rewşeke herî zeîf da ne.
Loma jî Îraqê bixwaze vê fersendê baş û heta dawî bi kar bîne.
Di vê rewşê da liberxwedan ewê ji teslîmbûnê baştir be. Liberxwedana pêşmerge belkî şêla Amerîka û dinyayê biguhere û zixtê bidin ser Îraqê.
Lê îmkanên hêzên pêşmerge jî bi sînor in, ewê kanibin çiqasî li ber xwe bidin helbet  mesele ew e.
Welhasilî kelam siyaseta şaş  û bêferaset bû sebeb ev felaketa mezin were serê gelê me….
Hêvî dikim em kanibin bi zirareke biçûk ji vê kemînê, ji vê kaosê derkevin.

XXX
Dalkurdê li hemberî Brommapojkarna maç 0-1 wenda kir. Pir xemgîn im. Îşev bû derdê ser derdan.
Lê hîn du maçên din hene. Maçekê bigre derdikeve lîga yekê.
Ev çend maç in hinekan Dalkurd çavînokî kiriye.
Êdî bes e!
2017-10-24

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE