05 oktober 2017

Tizbiya Seddam Husên û heyfa Mam Celal


Wek tê zanîn Mam Celal yekî gelkî jîr, hezircewab, zarşîrîn û hewqasî jî nuktedan bû. Civata ew lê bûya tim şên bû.
Lê bi qasî tê gotin zû hêrs jî dibû û wê demê jî dibê her kesî hevza xwe jê bikira…
Li gel jîriya wî ya siyasî  û xatibiya wî, qala gelek nukte û çîrokên Mam Celal jî tên kirin.
Di nava siyasetmedarên kurd da tu kes bi qasî Mam Celal ne zarşîrîn, xweşkelam û hazircewab bû.

Belkî rahmetiyê Qasimlo jî hinekî dişibiya Mam Celal. Sohbetên Mam Celal û Qasimlo meşhûr in.
Hêvî dikim rojekê kurdek dest bavêje vê qadê û hemû tiştên, nukteyên, çîrokên Mam Celal û Dr. Qasimlo di kitêbekê da top kin.
Ez dixwazim di vê nivîsa xwe da du numûneyan ji zîrekî û nuktedaniya Mam Celal bidim.
Rojekê Seddam Husên dibihîze Mam Celal bi çend hevalên xwe ra ji dervayî welêt hatiye Kurdistanê û li çiyê bi cî bûye.
Gava Seddam vê xeberê dibihîze, ban qasidekî/dîplomatekî xwe dike. Pakêtekê dide wî û dibêje vê pakêtê bigihîne Mam Talabanî.
Di nava pakêtê da tizbiyeke 99 hebî/libî û nameyeke ji Mam Celal ra hebûye.
Qasid, wek Seddam xwestiye pakêtê digihîne Mam Celal.
Mam Celal pakêtê vedike, nameya(mektûba)Seddam jê ra şandiye bi dîqet dixwîne.
Seddam, di nameya xwe da ji Mam Celal ra wiha nivîsî ye:
“ Birayê Celal, min bihîst ji bo tu li hemberî min şer bikî, te Ewrûpa terikandiye û tu hatiye li wan çiyayên asê bi cî bûye. Betal, betal, wek ewareyekî gera te ya li wan çiyan ez zanim ewê bi te gelkî zor û zahmet be, ewê bîna te teng bibe, ewê sebra te neyê.
Lema jî ez ji te ra tizbiyekê dişînim, tu yê ji xwe ra him pê bibilî û wexta xwe pê derbas bikî û him jî min bibîr bînî.”
Mam Celal tizbiyê wek emanetekî miqedes bi salan vedişêre.
Di roj û demên herî giran da carnan vê tizbiyê derdixe û lêdinêre û roja serketinê, roja ewê bersîvê bide Seddam Husên xeyal dike.
Gotinên Seddam di nameyê da jê ra nivîsîbûn tîne bîra  xwe û bi bêsebrîyeke mezin  roja heyfgirtinê dipê.
Nîhayet ew roj tê, di sala 2003a da rejîma Seddam ya xwînxwar têk diçe û piştî demeke kin Seddam li herêma Tikrîtê di qulikeke kanalîzasyonê da ji alî leşkerên emerîkî va tê girtin û tê zindankirin.
Piştî girtina Seddam bi demekê Mam Celal tizbiya Seddam jê ra wek “diyarî” şandibû dike bêrîka xwe û diçe serdna Seddam.
Mam Celal tizbiyê dirêjî Seddam dike û jê ra dibêje:
“Birêz Seddam Husên, te çend sal berê ev tizbî  ji min ra şandibû, min ew wek emanetekî miqedes bi salan bi xwe ra gerand. Lê êdî hewcedariya min bi vê tizbiyê tuneye. Ez bawer dikim ji min bêtir ewê hewcedariya te pê hebe. Lema jî ez vê diyariya te ji min ra şandibû li te vedigerînim. Çimkî ji min bêtir êdî ji te ra lazim e. Di hucrê da ewê bîna te teng bibe, tu yê ji xwe ra pê mijûl bibî û wexta xwe pê biborînî…”

Not: Ji kitêba Kadir Buyukkaya:“Bir yanım Süleymaniye bir yanım Halepçe/Aliyekî min Silêmanî aliyekî min Helebçe.”

XXX
Heger ne Ronaldînho be kes nizane Berezîlya li ku ye
Dema Mam Celal serokkomarê Îraqê bû, serokkomarê Berezîlyayê dibe mîvanê wî. Mam Celal di dereke sohbetê da ji mazûbanê xwe ra qala xweşikayiya Kuristanê jî dike.
Lê çawa dibe seokkomrê Berezîlayê hinekî bi henek û hinekî jî xwe fahş dike, ji Mam Celal ra dibêje ”erê tu hewqasî pesnê Kurdistanê didî, lê heger ne Îraq be kes nizane Kurdistan li ku ye…”
Mam Celal qet xwe aciz nake, lê bersîveke sed qatî ji ya wî girantir û xweştir didê, dibêje:
”Esas heger ne Ronaldînho be kes nizane Berezîlya li ku ye.



XXX


Ez pisikeke kurd jî nadim Tirkiyê
Demakê Tirkiyê ji hukûmeta Kurdistanê dixwest PKKKyiyan bigrin û teslîmî Tirkiyê bikin. Tirkiyê ev daxwaza xwe pir pêş da bir û got heger hûn kesên li Qendîlê û li Kurdistana Başûr teslîmî me nekin, emê têkvin Kurdistanê û bi xwe vî karî bikin.
Li ser vê, Mam Celal di mitîngekê da bersîv da Tirkiyê û got:
-Ez pisikeke kurd jî nadim Tirkiyê !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE