13 oktober 2017

Abadî jî dixwaze şaşiya Seddam bike

Şewirmendê Serok Barzanî Hêmin Hewramî, di twitteke xwe da dibêje hin agahî hatine ber destê wan hêzên Heşdî Şebî kom bûne û haziriya êrîşî ser beşekî Kerkûkê dikin.
Kurdistan ji do da ye bang li dinyayê û li hevpeymaniyan dike û dixwaze ew li hemberî van haziriyên Îraqê bêdeng nemînin û mihaqeq midaxele bikin.
Helbet Îraq bi serê xwe vê yek nake, yê Îraqê tahrîk û teşwîq dike Îran û Tirkiye ye.
Kurd li alîkî him dinyayê ji vê rewşê agahdar dikin û him jî tedbîrên xwe yên leşkerî digrin.
Şer ne ji bo kurdan tenê, ji bo Îraqê jî gelkî xerab e. Hêvî dikim Bexda dînîtiyê neke û êrîşê nebe ser Kurdistanê. Heger dînîtiyeke wiha bike ewê li zirarê derkeve.
Ev şerxwaziya Îraqê nîşan dide Îraq naxwaze gelşên nabêna xwe û kurdan bi diyalogê çareser bike.
Di vê rewşê da dibê hemû hêzên kurd, hemû kurd bi yek dengî piştgiriyê bidin Kurdistana Federe. Dibê Îraq û dinya bibîne Kurdistana Başûr ne bi tenê ye, hemû miletê kurd, kurdên her çar perçên Kurdistanê jî bi birayên xwe yên Başûr ra di eynî sengerê da ne….
Mihemedê Hacî Mehmûdê qehreman wek hertim dîsa berî her kesî çûye hawara Kekûkê ji Rûdawê ra dibêje
“Em ji bo parastina bajêr hatine Kerkûkê, ne ji bo şer. Hêvîdar im şer dernekeve û bi riya guftugoyan pirsgirêk were çareserkirin. Lê eger bixwazin şer bikin û çavê wan li ser xaka me be, em amade ne bi xwîna xwe xe biparêzin.”
Her bijî cengawerê canfîda !!!

XXX
Leşkerên Îraqê li derdora Kerkûkê manawra dikin. Hin der û dor qala êrîşke leşkerên Îraqê ser Kurdistanê dikin.
Kurdistanê bi beyanekê bala serokwezîrê Îraqê Ebadî kişand û jê xwest dînîtiyeke wiha neke.
Hukûmeta Kurdistanê bala Amerîkayê û hêzên hevpeyman jî kişand û xwest haya wan ji vê yekê hebe û heger şer derkeve mesûl Ebadî ye

XXX


Kurd êdî bi dengekî bilind serxwebûna xwe dixwazin.
Êdî ne mimkûn e li hemberî bindetiyê bêdeng bimînin. Ew dewr derbas bû.
Dijminên me jî û dinya jî dibê vê rastiyê bibînin.
Gef, şer, zorbatî nikane bindestiyê bi kurdan bide qebûlkirin. Tirkiye, Îran û Îraq gelkî şaş difikirin.
Kurd dixwazin gelşên xwe yên bi Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Îraqê ra bi rehetî çareser bikin.
Rêya herî rast û baş ev e.
Lê heger Tirkiye, Îran, Sûriye û Îraq rêyên aştiyane qebûl nekin û serî li zorê bidin bêguman kurd ewê xwe biparêzin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE