27 oktober 2017

Şer hîn nuh dest pê kir...

Pêşmerge bi sîleheke ji xeybê, kes nizane çi sîleh e û ya kîjan welatî ye Abramsa Amerîkayê tarûmar kirine.
Amerîka û Heşda Şabî û artêşa Îraqê matmayî mane.
Xwedêgiravî tu sîleh, tu derb nikane Abramsê îmha bike.
Lê pêşmerge tirr ji Abramsê berda û bi vê derbê jî îmaj û îtîbara Abramsê kir sifir.
Amerîka şeqizîye.
Lê ev hîn nîna ye, tirnîna hîn li dû ye..
Hîn gelek sîlehên xeybê ewê derkevin piyasê...
pêşmerge û kurd hîn ewê gelek carên din jî neyarên xwe matmayî bihêlin. Ev hîn destpêk e. M e di şer da hin qad wenda kirin lê me hîn gotina xwe ya dawî negotiye...
Kurdan şoka pêşî ji ser xwe avêt, êdî ewê bibêjin:
Lêxın birano lêxin
Ala sor bilind e
Kurdistana azad
Çiqas xweş û rind e

XXX


Tirk êdî miriyên trafîkê jî ”ŞEHÎD” îlan dikin…
Polîsên tirk li Îzmîrê qezayek trafîkê kirine, di qezayê da du polîs mirine û sisê jî birîndar bûne.
Medyaya tirk herdu polîsên mirine kirine ŞEHÎD !
Maperekê qeza kiriye manşêt û gotiye:
”Ji Îzmîrê xebereke pir xerab ! Polîsên şehîd û birîndar hene.”
Medyaya tirk êdî polîs û leşkerên di qezayên trafîkê da jî dimrin dikin şehîd. Wek her tiştî, tirkan nav û maneya ”şehîd” û ”şehadetê” jî xera kirin.
Şehîd, gotineke erebî ye û tê maneya kesê di şerê parastina welatê xwe da were kuştin.
Mesela pêşmerge û gerîlla dema di şer da tên kuştin şehîd dikevin.
Çimkî ji bo parastina welatê xwe, ji bo şeref û namûsa gelê xwe, ji bo parastina erz û eyalên gelê xwe canê xwe feda dikin.
Lê tirk polîs û leşkerên di qezayên trafîkê da dimrin jî dikin şehîd. Wiha dikin çimkî qîmeta tu tiştî li ba tirkan tuneye, ji bo armancên siyasî, ji o xapandinê her derewê, her sextekariyê, her bêexlaqiyê, her tahrîfatê mubah dibînin.
Kesê ev manşet nivîsî ye zane miriyên trafîkê ne şehîd in, lê dîsa jî vê bêexlaqiyê, vê dezînformasyonê belav dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE