08 oktober 2017

Roja Kurdistan çê bibe tirk ewê Tiriyê belav bikin


Ez dibêjim roja Kurdistan çê bibe û hemû kurd bigihîjin azadîya xwe, Tirk ewê dewleta xwe, Tirkiyê belav bikin, ewê bibêjin li vê dinyayê edî sebebê hebûna Tirkiyê û miletê tirk nema.
Çimkî tirkan hebûna xwe bi tunebûna kurdan û Kuridistanê ve girê dane.
Hal û karê wan neyartiya kurda ye.
24 saetan li ser ewê çawa nehêlin Kurdistan çê bibe dipeyivin.
Hemû rojname, hemû telewîzyon, hemû radyo, hemû malper, hemû rojnamevan û akademîsyen, hemû dîplomat, leşker û siyasetmedar bi roj û şev li ser kurd û Kurdistanê teoriyên dûrî aqilan çê dikin…
Hema hema hemû tirk bûne paranoyakên kurd û Kurdistanê ne.
Îcar roja kurd ji bindestiyê rizgar bibin û Kuridistan çê bibe, wê demê sebebekî hebûna Tirkiyê û miletê tirk namîne.
Mijara li ser bipeyivin, miletê şerê wî bikin, însanên kanibin zulmê li bikin, dewleta nehêlin çê bibe ewê nemîne.
Îcar gava ev nemîne, ewê di jiyana tirkan da valahiyeke mezin çê bibe û ewê ji bo wan tu maneyeke jiyanê nemîne.
Em nikanin li dinyayeke(li cîhaneke)Kurdistan lê hebe bijîn.
Lema jî em wek milet û wek dewlet xwe belav dikin, dawî li hebûna xwe dtinin.
Ji dêlî em hebin û Kurdistanê bibînin, em tunebin û Kurdistaneke serbixwe nebînin hazar qatî baştir e. Ji bo me tirkan mirin hezar qatî ji dîtina dewleta kurd, Kurdistaê çêtir e….
Ji dêlî em li dinyayeke kurd û Kurdistan lê hebin bijîn, em tunebin baştir e.
Çimkî em wek tirk nikanin di dinyayeke Kurdistan lê hebe bijîn.
Navê Kurdistanê, ala kurd me merezarî û kezebreşî dike, me wek mûmê dihelîne.
Dîtina Kurdisaneke serbixwe ji bo me tirkan ji ezab û îşkenceyên dojehê jî xerabtir e.
Em tirk nikanin tehamulî ezab û îşkenceyeke wiha bikin…
Lema jî wek tirk li vê dinyayê êdî wezîfa me û ya dewleta me qediya, tu sebebekî hebûna me nema...
Bi kurtî dinya Kurdistan lê hebe ji me tirkan ra nelazim e, em Tirkiyê belav dikin….
Bi kurtî îhtîmaleke tirk wiha bibêjin  Tirkiyê belav bikin heye, îhtîmaleke zeîf be jî lê wek îhîmal heye...




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE