17 oktober 2017

Qet sûcê têkçûna xwe nexin hustuyê Amerîkayê û Hêzên Hevpeyman


Amerîkayê, Hêzên Hevpeyman û yek deweteke Ewrûpî jî piştgirî neda referndûmê û negotin di şerê we û Îraqê da em li pişta we ne, emê piştgiriya we bikin.
Amerîkayê tim ji kurdan ra got hinekî din sebir bikin, name şand û xwest kurd hemû gelşên xwe yên bi Îraqê ra bi rêya diyalogê çareser bikin û referandûmê salekê taloq bikin.
Yanî Amerîkayê tu caî negot em li pişta we ne....
Lema jî dibê îro meriv Amerîkayê qet gunehkar neke, Amerîkayê ne em xapandin û ne jî bi me ra îxanet kir.
Piştî referandûmê em fêr bûn Barzanî nameya Tîllerson red kiriye.
Çend roj berê haya bîrûraya giştî ji nameyê û naveroka nameyê çê bû.
Naveroka nameyê pir baş bû, Amerîkayê tenê salek taloq dixwest û dibû garantor.
Serxwebûn jî tê da digot piştî salekê em li ser hertiştî bipeyivin.
Lê Barzanî qebûl nekir.
Ev şaşiyeke pir mezin bû.
Nuha wa ye nûnerê Amerîka Birît Macgork naxwaze bi Barzanî ra bipeyive, daxwaza wî ya hevdîtinê red kiriye.
Mixabin Barzanî bi xwe, xwe xist vî halî, ne kesekî din, sûc yê wî ye.
Baweriya wî bi wî hebû, digot em kanin xwe biparêzin.
Lê derket ortê ne kes li piştê heye û ne jî kanîbûn Kerkûkê rojekê jî biparêzin. Nuha Barzanî û kurd ji her demê bêtir bêpişt in. Mesûlê vê jî bêyî Mesûd Barzanî ne kes e, wî ev rê hilbijart.
Heger hûn hewqasî zeîf bûn û we yê Kerkûk û Şingal û Mexmûr û herêmên din hewqasî bi rehetî bida Heşdî Şabî we çima hewqas fort dida xwe?
We li gorî hêza xwe hereket bikira.
Yanî di vê felaketa îro hat serê miletê kurd da sûcdar ne Amerîka ye, PDK û YNK ye, kur bi xwe ne.
Heger hûn hewqasî ne li hev û zeîf bûn, ji bo çi we pêşniyar û nabêncîtiya Amerîkayê qebûl nekir, ji bo çi we rêyeke din nedan ber xwe?
Lê bi baweriya min referandûm nebûya jî Îraqê êrîşî Kurdistanê bikira û bixwesta Kerkûkê bigre.
Ev plan ji zûda hatibû hazirkirin. Bi kêmanî li ser dixebitîn. Çimkî kurdan li ser îktîdarê li hev nedikirin. Ev bû sebebê Îraq û Îran bi rehetî kanibin vê plana xwe têxin praktîkê.
Heger PDKê û Goranê û YNKê li hev bikirana û meclîs du salan girtî nema û gelşa serokatiyê du salan dom nekira, ev trajedî nedihat serê kurdan.
Dijayetiyên nabêna kurdan ev fersend da dijminên me.
Dibê kurdan bizanîbûya dijmin ranakevin û li gorî wê tedbîrên xwe bigirtana.
Bes bi qasî xuya dike tiştê gotine hemû gotin bûye, gel xapandine.
Îcar sebebê vê têkçûnê îxanet e, nezanî ye yanî çi be jî ji me da ye, sûcdar ne Amerîka ye.
Sûcdarê vê têkçûnê hêzên ev 25 sal in Kurdistan nekirin dewlet û artêşeke netewî çênekirin. Gava kurd ne ji alî dewletê, ji alî partiyan şexsan ve were îdarekirin netîce ev e.
Lê mucadele berdewam e, hela ka em binêrin rojên pêş ewê çi nîşanî me bide.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE