28 oktober 2017

Miletê nikanibe meclîsa xwe bicivîne nikane serbixwe bibe

Civîna Parlementoya Kurdistanê cara duyem ji bo demeke ne diyar hate paşxistin.
Bi gotineke here sivik skandaleke mezin e.
Van serok û partiyan mala kurdan şewitandin.
Miletê nikanibe meclîsa xwe bicivîne nikane serbixwe bibe, dixwaze bindest bimîne.
Heta kurd ev kurd bin têkşîyin û bindestî ewê qedera wan be. Bi van kirinên xwe yên dûrî aqil kurd nîşanî dinyayê didin ew ne nehatine mistewa serxwebûnê, ew ne layiqî dewletê ne. Ew ne serxwebûn û dewletê, bindestiyê dixwazin, dixwazin di bin destê ereban da bimînin…
Wek kurdekî ez bi xwe bi vê rewşê pir diêşim, dîn dibim, bi vê trajediya gelê xwe digrîm, lê ev yek rastiya heyî naguherîne. Heger kurdan bixwestana j bindestiya Îraqê derkevin ev felaketa dûrî bi destên xwe aqilan nedianîn serê xwe û di rojeke wiha da hîn jî meclîsa xwe girtî nedihîştin.
Di rojeke wiha da jî hîn wek dijminan nediketin gewriya hev…
Tiştê xuya dike hemû îmkanên heta nuha di destên kurdan da bûn ewê ji destê wan derkevin û Kurdistan di warê eskerî û îdarî da ewê têkeve bin kontrola Îraqê…



XXX
Dibê em baş bizanibin tu kes nayê ji bo me li hemberî Îraqê şer nake. Dibê em bi mêranî welatê xwe biparêzin.
Îcar gava dinya bibîne em teslîm nabin, em bi canfîdayî welatê xwe diparêzin, wê demê ewê piştgiriyê bidin me.
Lê gava ji me hinek bi canê xwe welatê xwe biparêzin û hinek jî bibin hevalên dijmin û welatê xwe pêşkêşî artêşa dijmin bikin, ji dijmin ra bibin rêber, weleh tu kes naça ji bo me Kerkûkê ji Îraqê nastîne.
Nuha li başûr di warê siyasî da bêîstîkrarî, kaos û tevliheviyeke mezin heye.
Esas li ortê îradeyeke siyasî xuya nake. Rewşa başûr dişibe wek pezê bêşivan. Gava şivan tunebe, zû dereng gurê bi pez keve.
Tunebûna pêşengiyeke siyasî tesîreke negatîf li cepheya şer û hêzên pêşmerge dike.
Kurdan tu sûc û qebhet nekiriye, kurd di her warî da ji erd hetanî ezmên bi heq in, yê neheq û zorba û êrîşkar Îraq e.
Lê lîderên kurd ji dêlî derkevin meydanê û biheqbûna xwe biparêzin, êrîşkarî û zorbatiya Îraqê şermezar bikin , xwe bêdeng dikin.
Fena ku neheq bin û sûcek kiribin.
Ev bêdengîya berpirsiyaran û hêzên siyasî moralê milet jî û yê pêşmerge jî xera dike.
Gava ew xwe bêdeng bikin însan hêvîşikestî dibin.
Gerek serokên kurdan û berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê jî bi qasî Ebadî li ortê xuya bikin û daxwazên xwe yên çareseriyê bibêjin. Dibê gelê kurd û dinya bizanibe kurd çi difikirin û çi dixwazin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE