20 oktober 2017

Medyaya kurdî gerek bi mesûliyeteke netewî hereket bike

Min nuha li malpera ANF Newsê nêrî. Xeberek tenê li ser êrîşên ser Kurdistana Başûr û pêşmergeyan heye.
Ew xeber jî di eleyhê kurdan da ye.
Di xeberê da dibêje berdevkê artêşa Îraqê gotiye wan qeza Pirdê ya di nabêna Kerkûkê û Hewlêrê da ye û hemû herêmên nakokî li ser heye girtine.
Wekî din yek xeber jî li ser êrîşên Îraqê tuneye.
Ji cepheya kurdan, ji devê berpirsiyar û pêşmergeyên kurd yek xeber, yek gotin tuneye.
Fena yên li Kurdistana Başûr marûzî vê êrîşa hovane bûne ne kurd in û derên hatine îşxalkirin jî ne Kurdistan e.
Ajanseke kurd çawa kane li hemberî vê trajedeya gelê xwe hewqasî xemsar û bêûjdan be meriv fêm nake.
Dijayetiyên siyasî dibê nebe sebebê meriv li hemberî trajediya gelê xwe hewqasî xemsar û bêûjdan be.
Bi rastî şermeke pir mezin e. Kurdên hevalên PKKê vê şêla medyaya xwe qebûl nekin.
Diyar e em hîn nebûne milet, lema jî em wek ferdên miletekî hereket nakin û eynî êşê û xemgîniyê nakşînin…

XXX
Medyaya kurd dibê bi mesûliyet weşanê bike, xeberên ne rast belav neke û bi weşanên xwe nabêna kurdan, lê bi taybetî jî nabêna YNKê û PDKê xera neke.
Di rojeke wiha da dibê weşaneke yekîtiya kurdan xurt dike, moralê milet û peşmerege bilind dike were kirin.
Bi sedan pêşmergên PDKê û YNKê bi hev ra şehîd ketine. Dibê meriv viya derxe pêş û dijminatiyê nexe nabêna hêzan.
Xelasiya kurdan ne dijminatî û berberiyê da ye, di yekîtiyê da ye, hin kesên bêxîret û dane ser rêya şaş jî ancax bi yekîtiyê kanin werin bêhêzkirin û pûçkirin.
Sê dewlet li kurdan kom bûne û di warê teknîk, çek û çebilxane û leşkerî da sed qatî ji kurdan xurttir in.
Dibê em vê rastiyê bibînin û bi weşanên xwe, bi nivîsên xwe moralê gel û pêşmerge xera nekin.
Di nabêna hêzan da hezkirin û yekîtî hebe pêşmerge jî ewê baştir li ber xwe bide û baştir şer bike....

XXX
Meriv poşman dibe li ser hêzekê, partiyekê, dezgeheke kurdî tiştekî binivîse, gazinekê jê bike.
Tavilê bi dehan kes radipelikan ser çavên meriv û dibêjin tu çima ji filan kesî ra, ji filan partiyê ra, ji filan telewîzyonê ra tiştekî nabîjî...
Rojekê berê jî hinekên din ji bo partiya din û telewîzyona din eynî tişt gotibûn.
Yanî ya dibê tu mirîdê hinekan bî ya jî dibê tu devê xwe bigrî û li mala xwe rûnî...
Însan pir rehet hev û du ajan û xayin îlan dikin...
Xwedê dijminê min jî neke kurd...






Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE