29 oktober 2017

Li Îraqê kurd û ereb hew kanin bi hev ra bijîn...

Yek, êdî qet ne mimkûn e li Îraqê kurd û ereb kanibin bi hev ra bijîn.
Bi êrîşa 16ê cotmehê û îşxala Kerkûkê, Xaneqînê, Şingalê, Xurmato û Mexmûr û gelek herêmên din Bexdayê ev zemîn ji ortê rakir.
Kurdan bi erebên sûnî ra ceribandin nebû.
Bi erebên şîî ra ceribandin nebû.
Lema jî dibê serokên kurdan êdî vê rastiyê bi dengekî bilind ji Amerîkayê ra jî û ji hêzên hevpeyman û Neteweyên Yekbûyî ra bibêjin.
Derket ortê hedefa Ebadî jî wek ya Seddam dagirkirina hemû Kurdistanê û qirkirina miletê kurd e.
Erdogan çi bo kurdên bakur çi difikire Ebadî jî eynî tiştî difikire.
Heşda Şîe(Heşda Şabî) , artêşeke mezhebî, şîî ya girêdayî Îranê ye û bi qasî misqalekî jî ferqa wê ji Daîşê tuneye.
Tiştê nuha Heşda Şîe li herêmên dagir kiriye tîne serê kurdan, xiristiyanan û kurdên êzdî ji hovîtiyên Daîşê xeabtir in.
Hedefa Ebadî ya nîhayî dagirkirina tevayiya Kurdistanê û têkbirina desthilata kurd û Federasyona Kurditanê ye.
Li hemberî kurdan biserketina Heşdî Şîe tê maneya biserketina Îranê û têkçûna Amerîka û hezên hevpeyman.
Heger kurd bi temamî bişkên û Ebadî bi serkeve, Kurdistan jî tê da, Îraq ewê bibe Îran duduyan.
Lema jî piştgiriya bi Ebadî ra, bêdengmana li hemberî êrîşên Îraqê di praktîkê da piştgiriya Îranê ye.
Dibê Hukûmeta Kurdistanê tavilê seferberligê îlan bike û ji her dera dinyayê her kurdê kane şer bike here çepheya şer.
Li Ewrûpa û Amerîkayê jî gerek em kurd ranewstin û 24 saet di nava tevgerê da bin, meş û çalakiyan li dar xin, medyayê, bîr û raya giştî agahdar bikin. Dibê em xwe li her welatî organze bikin.

XXX
Serok, wek şivanekî ye, dibê berê keriyê xwe nede kendalekî/newalekî.
///Nelson Mandela
Çi heyf û mixabin li Kurdistana Başûr serokên kurdan ne tenê berê gelê xwe dan kendalekî, di kendalekî, di newalekî pir kûr wer kirin…
Û li ser serokan çend gotinên biaqil:
Ji bo fêmkirina kalîtya serokan rêya herî kin, nêrîna li kesên li dora wan e.
NicoIa MachiaveIIi
Fonksîyona herî esasî ya serokekî zindîgirtina hêviyan e.
John W. Gardner
Her sîstem serokên li gorî xwe dixuliqîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE