05 oktober 2017

Lawo heger hûn êrîş nekin hûn ji xwe xerabtir in

Berdevkê Erdogan Îbrahîm Kalin gotiye, ”Hewce be emê herin Efrînê bigrin. Ji bo operasyonê hemû hazirî temam in.”
Hema hewce ye û dem hatiye.
Hûn pir mêr in herin.
Gava ecela bizinê were nanê şivên dixwe.
Hûn wek kesên faşîst û nazîstên herêmê li bela xwe digerin.
Ji ber ku hûn xwedî dewlet in, tank û top û balafirên we hene û kurd jî bêxwedî û bêpişt in hûn bela xwe ji kurdan venakin. Heqaretê û çavsoriyê li kurdan dikin.
Ji serokên kurdan ra her roj gotinên giran û namerdane dikin.
Li herêmê çavê we tenê kurdan dibire.
Lema jî hûn bi namerdî zulmên nemayî li kurdan dikin.
Lema jî li hemberî kurdan hûn tim bêedeb in, tinazê xwe bi kurdan dikin û gav û satê heqaretê li wan dikin.
Hûn merivên pir bêkultur, bêexlaq û ji însaniyetê bêpar in, we ji medeniyetê qet nesîbê xwe negirtiye.
Şovenîzim, irqçîtî, faşîzim, nazîzim bûye kultur û îdeolojiya we ya netewî. Hûn dixwazin miletê kurd ji dinyayê rakin.
Lema jî hûn di her fersendê da heqaretê li kurdan dikin.
Hûn dibêjin em nahêlin kurd li tu beşekî Kuridistanê ji bndestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Li vê dinyayê hûn tenê neyartiya kurdan dikin, tenê hûn dixwazin kurd nebin xwedî dewlet.
Efendim emê Efrînê îşxal bikin…
Berde bin te erd e…
Lawo heger hûn nerin kitana jina te û derpiyê patrona kerxana Anqerê li serê te be….
Efrîn wa ye li wir e, fermo xwe biceribînin…
Hûn û hemû xulam û cahşên we yên kurd hûn bêminet in.
A Efrîn û Zaxo wa ye li wir e.
Heger hûn mêr in, heger ew cesaret bi we ra heye herin xwe biceribînin.
Wek bonciyan her roj bi şêrgeleyên kurd neewt in.
Seyê rahîje meriv qîlê xwe nîşan nade.
Kesî bi destê we negirtiye, fermo herin xwe biceribînin.
Ma hûn li bende çi ne?
Van fortên we yên vala wek fisên tajiyan e…
Ji pirra pirr, ji hindikan hindik dihere, kî neyê bênamûs e…



XXX
Erdogan gotiye ”Kurd li Kerkûkê di pozîsyoneke hêzeke îşxalkar da ne.”
"Dibê Barzanî û avaneya(şelafên wî)wî dev ji vî karî berdin,"
Bi van heqaretan ewê kurdên herî bêxîret jî bi zor bikin kurd.
Wer xuya dike Rûhanî baş pif kiriye guhê pêxwasê Qasimpaşayê û baş werimandiye. Lema jî bêtir har xuya dike....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE