14 oktober 2017

Kes nikane bi gefan û bi darê zorê Kerkûkê ji kurdan bigre

Fermandarê Mîhwera 4a Dr. Kemal Kerkûkî gotiye, ”Em hêvî dikin êrîşî me nekin. Lê heger dixwazin xwe biceribînin fermo bira kerm bikin. Ewê bibînin emê çi bînin serê wan.”
Ez bawer nakim Îraq biwêribe êrîşî kurdan bike. Ev tiştekî pir bi rîzk e…
Çimkî Emerîka û hezên hevpeyman li dijî şer in.
Û piştî beyana Trump ya do ya li ser pasdaran, Îran ewê newêribe ji bo şer piştgiriyê bide Îraqê.
Û gava Îran ne li pişta Îraqê be Tirkiye jî ewê newêribe zêde bi pêşda here. Ji xwe wa ye serokwezîrê Tirkiyê yê xwedêgiravî serokezîr Bînalî Yildirim jî serdana xwe ya sibe betal kiriye. Maneya xwe di nabêna dostan (Tirkiyê, Îraqê û îranê)da problem derketiye.
Û ya din jî Îraq baş zane kurd ewê bi xurtî xwe biparêzin. Û dema bi şer tiştekî bi dest nexin Abadî baş zane ev netîce ewê bibe dawiya îktîdara wî.
Yanî şerê bi kurdan ra hewqasî ne hêsa ye, kane bibe wendakirina îktîdarê û serê Abadî…
Îraqê di wan 6 madeyên xwe yên do da heta saet 02. 00 îşev wexta dabûn kurdan, gotibûn heta saet duduyê îşev dibê hûn Kerkûê teslîmî me bikin û hemû şertên me bi cî bînin.
Maneya xwe piştî bîsteke din dibê êrîşî kurdan bikin.
Lê bi baweriya min dibê meriv zêde guh nede fortên ereban, vala ye, nikanin tu jahrê jî belav bikin...
Heger êrîşî kurdan bikin Îran jî di devê topê da ye, meleyên rîdirêj jî kanin bela xwe bibînin. Û serxwebûna Kurdistanê jî dibe sedîsed.

XXX


Serokwezîrê Tirkiyê yê bi nav serokwezîr Bînalî Yildirim ewê sibe biçûya Bexdayê.
Lê wa ye serdan di deqîqeya dawî da hatiye betalkirin.
Gelo mesele çi ye?
Ez dibêjim Trump bi beyana xwe ya do Îran tirsand û îşê Tirkiyê j xera kir.
Yaho ev Amerîka jî tim îşê Tirkiyê xera dike û kurd jî wan bi serê sîrekê jî nahesibînin...
Ev yek jî "birayên" me yên tirk kezebreşî dike, ji qahra hemû siyasetmedarên AKPê û MHPê kezebreşî bûne....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE