06 oktober 2017

Ji bo dijmin tu ferqa kurdên Başûr û Bakur û Rojava û Rojhilat tuneye

Kurdên Başûr heta nuha wer bawer dikirin gava ew bibêjin em kurdên Başûr in û em îşê xwe ji kurdên din naynin, Tirkiye û Îran ewê bela xwe di wan nedin û wan rehet bihêlin.
Kê ji wan ra digot ev ne wiha ye, hûn şaş in, Tirkiye û Îran bi qasî dijminên kurdên xwe ne, hewqasî jî dijminên we ne jî lê bawer nedikirin.
Lê bi referandûma serxwebûnê ya 25ê îlonê ra derket ortê Tirkiye û Îran bi rastî jî bi qasî dijminên PKKê û PYDê û partiyên Kurdistana Rojhilat in, hewqasî jî li jî PDKê, YNKê û Barzanî ne.
Ji bo Tirkiyê Başûr maşûr ferq nake, Başûr jî, Rojava jî û Bakur û Rojhilat jî Kuristan e û yên serxwebûnê dixwazin jî kurd in.
Lema jî heger ji wan were ewê nehêlin li tu beşekî Kurdistanê kurd ji bindestiyê rizgar bibin û bibin xwedî dewlet.
Nuha ev rastî bi derengî be jî ji alî kurdên Başûr ve pir baş hat fêm kirin.
Baş e em çi bikin?
Tiştê em bikin pir vekirî û basît e.
Madem dijmin ferqê naxe nabêna kurdên tu beşê Kurdistanê û dijminatiya kurdên hemû beşên Kuristanê dike, wê demê dibê em jî dev ji fikr û siyaseta em kurdên Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat in berdin û wek ferd û partiyên yek miletî û yek welatî hereket bikin û hêzên xwe bikin yek.
Dibê em dev ji xwezî viya wiha bûya û xwezî viya wiha nebûya, filan û bîvanan jî berdin û li gorî realîteya heyî hereket bikin.
Kî kurdayetiyê bike û Kurdistanê bixwaze, li kîjan beşî dibe bira bibe, dixwaze rast be ya jî çep be ji bo Tirkiyê û Îranê qet ferq nake, heger ji wan were ewê bi hev ra êrîşî ser bikin.
PKK, PYD, PDK, YNK, Goran qet ferq nake, kî Kurdistanê bixwaze Tirkiye û Îranê ewê êrîşî bibe ser û bixwaze bifetisîne.
Dibê em vê rastiyê fêm bikin û li gorî wê hereket bikin û tedbîrên xwe bigrin…
Yanî qedere me kurdên her çar perçên Kurdistanê bûye wek cêwiyê sîyam, cudabûna me pir û pir zor e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE