29 oktober 2017

Îraq herêmên dagir kirine ji xiristiyanan paqij dike

Bi îşxala Kerkûkê, Xaneqînê, Xurmatû, Şengel û Mexmûr û hin herêmên din ra ne jiyana kurdan tenê, jiyana hemû êzdî û xiristiyanên li wan deveran dijîn jî ketiye bin xetereke pir mezin.
Heşdî Şîe(1) û leşkerên Îraqê gundên xiristiyanan, mal û milkên wan jî talan  û wêran dikin.
Li Şingalê û Deşta Nînowa gelek gundên kurdên êzdî û xiristiyan ji alî Heşda Şîe ve hatine wêrankirin.
Heşda Şîr rêya nabêna Şingalê û Duhhokê jî birîne û rê li hemû çûn û hatinan girtine. Gelek êzdiyên çend meh berê vegeriyabûn gundên xwe, careke din ji ber terora Heşdî Şîe paşda vegeriyane kampên Duhukê. Yanî rewşa kurdên Şingalê wek dema Daîşê ji nuh ve ketiye xeterê û însan ji gund û bajarê xwe direvin.
Gava herêm di bin destê kurdan û pêşmerge da bû hemû xiristiyan di nava ewlekariyê da bûn, kesî zor û tahde li wan nedikir. Kesî ew nedikuştin, gundên wan wêran nedikir.
Lê bi îşxala herêmê ra bi qasî kurdan, jiyana kesên xiristiyan û kurdên êzdî jî ket tahlûkê, Heşdî Şîe û artêşa Îraqê berê xwe daye wan jî. Û bi taybetî jî dixwazin herêmê ji xiristiyanan paqij bikin, bikin herêmeke xurrî erebên şîî. Hedefa Îraqê û Îranê ev e.


Mûxtarê gundê Pêşabîrê Xalid Yaqup Marqus bi riya Rûdawêdaxwaz ji Vatîkanê, ji Papa û ji civaka navdewletî kiriye ji bo ku "werin hawara wan û wan ji qetlîam û êrîşên Heşdî Şîe biparêzin."

Heşdî  Şîe û artêşa Îraqê bi hevkariya Îranê ji zûda ye bi plan û program herêmê ji xiristiyanan(îsewiyan)paqij dikin, gundên wan wêran dikin, dêrên wan dişewitînin û wek Daîşê qetlîaman dikin.
Armanca Îranê û Îraqê herêmê ji xiristiyan paqij bikin.
Li gorî  Îraq û Îranê li herêmê hebûna xiristiyanan dibe sebebê Amerîka û dinya Xerbê û Neteweyên Yekbûyî tim bala wan li ser herêmê be, tim li wan deveran miqate bin.
Îran û Îraq dixwazin xwe ji vê ”problemê” xelas bikin, lema jî pi plan û program xiristiyanan mecbûrî koçberiyê dikin.
Lê belê qetlîamên xwe jî wek Daîşê belav nakin, bi hostetî vedişêrin.
Siyaseta Îranê û Heşda Şîe ya di vî warî da  ”her tiştî bike, bikuje, bişewitîne, talan bike, lê nîşan nede, reqlam neke.”
Bi kurtî bi têkçûna kurdan ya li Kerkûkê û li herêma Nînowayê û li hin herêmên din kurdên êzdî û xiristiyan jî şewitîn, wek hemû kurdan careke din ew jî rûbirûyê qetlîaman û koçberiyê ne…

(1) Maneya Heşdî Şabî, hêzên gel e. Lê Heşdî Şabî ne hêzeke gel e, ew hêzeke şîiyan e. Lema jî dibê meriv nebêje Heşdî Şabî, bibêje Heşdî Şîe.
Ev pêşniyar do di konferansa li ser Kurdistanê da ji alî Xalid Salih ve hat kirin. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE