28 oktober 2017

Hezar carî spas ji te ra Dalkurd !

Dalkurdê soza xwe anî cî, bi zafera xwe ya îro ya li hemberî Gaîsê derket Lîga Swêd ya 1ê.
Û bi vê zafera xwe jî dilê hemû kurdên cîhanê şad kir !
Hezar carî spas Dalkurd !
Min wek îmana xwe zanîbû Dalkurd ewê îro ruyê hemû kurdan bikenîne û dilê me û zarokên me şad bike…
Ji ber îşxala Kerkûkê û çend bajarên din ji alî Heşdî Şîe û leşkerên Îraqê ve ev du hefte ne hemû kurd heznî ne, xewa şevan li her kurdî heram bûye.
Dalkurdê bi zafera xwe ya 1-0 ya li hemberî Gaisê him derketina xwe ya lîga yekê garantî kir û him jî kêfa hemû kurdan anî.
Hêvî dikim di rojên pêş da di warê siyasî da jî em zaferên wiha bibînin…
Her bijî Dalkurd !
Hezar carî spas Dalkurd!
Ez çiqasî spasî we bikim jî hindik e, Dalkurd û fansên Dalkurdê hêjayî her teqdîrê û spasiyê ne…

-Xeber 1

XXX


Îro li Stockholmê li ser rewşa Kurdistana Başûr û êrîşên Îraqê ser Kurdistanê û dagirkirina Kerkûkê û hin bajarên kurdan semînereke pir baş çêbû.
Axaftina pêşî serokê Federasyona Komelên Kurdistanê li Swêd Keya Îzol kir.
Xalid Xayatî(mamostê zanîngehê), Xalid Saleh(mamostê zanîngehê û şêwirmendê Nêçîrvan Barzanî), Fredrîk Malm(parlamenterê Partiya Lîberal)û Magnus Norell(lêkolîner)e rewşa Kurdistanê analîz kirin û gelek tiştên balkêş gotin.
Herçar axaftvan jî pispor û hakimên mijarê bûn û lema jî li ser êrîşên Îraqê û pêşeroja kurdan gelek analîzên balkêş kirin.
Herçar axaftevan jî li ser rewşa kurdan û misteqbela wan reşbîn bûn û li gorî baweriya wan ji Îraqê, Tirkiyê û Îranê ra carê fersend çêbûye, lema jî heta ji wan were ewê kurdan biêşînin û gelek maf û îmkanan ji wan bigrin.
Dîsa li garî dîtina herçar pisporan jî di vê rewşê da bi qasî neheqî û çavsorîya Îraqê, şaşiyên kurdan jî pir in, dibê kurdan realîst hereket bikirana, guh bidana dîtinên mitefikên xwe û ev êrîş texmîn bikirana. Di vê rewşê da bêtifaqiya kurdan jî roleke mezin lîstiye.
Li hemberî êrîşên Îraqê pasîfî û bêdengiya hukûmeta Kurdistanê partiyên siyasî û kurdan jî rexne kirin û gotin dibê kurd wek katalanan her roj li kolanan bûna û êrîşên Îraqê protesto bikirana. Dibê serokên kurdan jî hewqasî bêdeng nemana û bêtir aktîf bûna.
Bi kurtî semînereke xweş bû û bi feyde bû…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE