12 oktober 2017

Heger çavê wan bibire ewê îşev êrîşî Kurdistanê bikin

Heger çavê wan bibire û bizanibin ewê ji wan ra bimîne, ewê îşev êrîşî Kurdistanê bikin.
Berdevkê hikûmeta Iraqê Seîd Hedîsî gotiye tu nêteke wan tuneye êrîşê bibin ser Kurdistana Federe.
Lê Kerkûk û herêmên li ser wan nakokî hene dibê di in destê Îraqê da bin.
Ev jî tê maneya Îraq çav lêye Kerkûkê, Şengalê û hemû herêmên Kurdistanê yên kurdan ji Daîşê girtine û ji bo rizgarkirinê bi sedan pêşmerge bûne şehîd ewê teslîmî Îraqê bikin. Tiştê Îraq ji kurdan dixwaze ev e.
helbet tiştekî wiha ne mimkûn e, kurd ewê yek bihost axa Kurdistanê ya rizgarkirî jî nedin Îraqê.
Seîd Hedîsî dibêje ewê êrîşî kurdan nekin lê dibê meriv baweriya xwe bi virên ereban neyne, heger çavê wan bibire û bizanibin ewê ji wan ra bimîne, ewê îşev êrîş bikin.
Lema jî gerek kurd bi soz û derewên wan nexapin û bi rengekî pir cidî tedbîrên xwe bigrin, mewziyên xwe saxlem bikin.
Îran û Tirkiye ji bo êrîşkirina ser Kurdistanê di bin ra Îraqê pîj dikin, dixwazin Heşdî Şabî êrîşî kurdan bike.
Tiştê Îran û Tirkiye naxwaze, newêre bi artêşên xwe bikin, dixwazin bi bi Îraqê, bi Heşdî Şabî bidin kirin.
Lê heger hat û êrîşî ser kurdan kirin wê demê tu sebeb namîne kurd tavilê serxwebûna xwe îlan nekin.
ji sedî 93ê xelkê ji bo serxwebûnê gotiye ERÊ, lema jî hukûmeta Kurdistanê dibê vê daxwaza xelkê piştguh neke û di demek nêz da li ser tarîxa îlankirina serxwebûnê teqwîmekê eşkere bike, ji gel û bîr û raya giştî ra tiştekî bibêje…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE