18 oktober 2017

Gerek ev felaketa mezin hişê me bîne serê me

Berpirsê YNKê yê Kerkûkê Aso Mamend gotiye ”ji ber ku li Kerkûkê referandûm hat kirin lema artêşa Îraqê û Heşda Şabî êrîş ser Kerkûkê kirin.”
Ev îdîa tam ne rast e, qabilî minaqaşê ye. Bi dîtina min li Kerkûkê referandûm nehata kirin jî Îraqê ev êrîş bibira ser Kerkûkê.
Ji roja li Kerkûkê ala kurd hate hildan û vir da ye û heta berî wê jî, Îraqê dixwest îdareya Kerkûkê teslîmî hukûmeta merkezî bibe.
Gelşa li ser Kerkûkê û hin herêmên din ya di nabêna Bexadyê û kurdan da bi referandûmê dest pê nekir, pir ji zû da ye heye.
Lê meriv kane bibêje kurdan pêşniyara Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Tîllerson qebûl bikira ewê baştir bûya. Bi kêmanî Amerîka wek îro ewê nikanîbûya bigota ”ez bêteref” im.
Bes ev êdî li dû ma.
Lema jî bi baweriya min tiştê dibê nuha em minaqaşe bikin ji rastî û şaşiya refandûmê bêtir, çima kurdan ev êrîşa Îraqê û Heşda Şabî texmîn nekirin û çima li gorî wê tedbîrên xwe negirtin ?
-Kurdan çima Kerkûk hewqasî zû û bi rehetî teslîmî Îraqê kirin?
-Pêşmerge çima nikanîbû Kerkûk biparasta?
-Di warê leşkerî da kurd çima hewqasî zeîf û bêhazirî bûn?
-Û mademe di warê leşkerî da kurd hewqasî zeîf bûn, çima pêşniyara Amerîka û rêya dîyalogê nehat qebûl kirin?
Û gotina dawî, heta li başûr pêşmergeyên partiyan û du îdare hebin têkçûnên wiha ewê tim çê bibin. Heger kurdên başûr dixwazin li hemberî êrîşên dijmin di nva çend saetan da têk neçin dibê bibin xwedî dewlet, bibn xwedî ordiyeke metewî û xwedî  meclîs û hukûmeteke netewî. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE