14 oktober 2017

Dibê êdî em dev ji termînolojiya em kurdên filan perçê Kurdistanê ne berdin

Dibê êdî em dev ji termînolojiya kurdên başûr, rojava, rojhilat û bakur berdin, qedera me yek e û bi hev ve hatiye girêdan û ji xwe dijminên me jî  tu carî  tu ferq û cudahiyê naxin nava me


Ji şans û sûda me ya xerab ra welatê me bûye çar perçe û em ketine bin destê çar welatên pir zalim û pir hov.
Yanî çarhawêlî me dijmin in û hemû jî dixwazin me bindest bihêin.
Di referandûma 25ê îlonê da diyar bû Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye çiqasî ne li hev bin, nabêna wan çiqasî ne xweş be jî gava mesele dibe kurd û Kurdistan tavilê hemû nakokiyên nabêna xwe didin aliyekî û li hemberî me dibin yek.
Û ev her çar dewlet tu carî tu ferq û cudahiyê naxin nava tu partiyê û tu serokê kurd.
Her partiya,  her siyasetmedarê, her kurdê doza kurdayetiyê bike, gava bixwaze kurd azad û serbixwe bibin, îdeolojîya wî çi dibe bila bibe qet ferq nake, ew dibe hedef û dijminê van her çar dewletên dagirker.
Referandûma 25ê îlonê nîşanî me da Tirkiye, Îran û Îraq çawa li hemberî me  dibin yek û bi hev ra wek artêşekê êrîşî me dikin.
Îcar piştî rewş û realîteya me ev e, dibê hemû hêzên kurd jî nakokiyên nabêna xwe bidin aliyekî û yekîtiyekê, heyeteke Kurdistanî ava bikin.
Îro şerekî germ li başûr û rojavayê welatê me heye. Ji bo kurd li başûr û rojavayê Kurdistanê azad û serbixwe nebin, her çar dewlet bi hev ra gefan li kurdan dixwin û  kurdan bi birçîbûnê, bi qetlîaman tehdît dikin.
Lema jî gerek em kurd jî tavilê cepheyeke, ya jî heyeteke netewî, Kurdistanî ava bikin û li başûr û rojavayê Kurdistanê bi hev ra welat û gelê xwe biparêzin.
Dibê êdî em dev ji termînolojiya kurdên başûr, rojava, rojhilat û bakur berdin, dibê em bi hevbibêjin em kurd in û welatê me jî Kurdistan e. Çimkî wek milet qedera me hemûyan yek e û bi hev ve hatiye girêdan.
Ji xwe dijminên me jî tim bi wî çavî li me dinêrin, Tirkiye û Îran tu carî nabêjin kurdên rojava û başûr rizgar dibin bira bibin, em îşê xwe jê naynin.
Em dibînin Tirkiye û Îran ji Îraq û Sûriyê bêtir dixwazin kurd li başûr û rojava negihîjin azadiya xwe û nebin xwedî dewlet.
Îro roj li welatê me xeleke herî qels û zeîf Îraq û Sûriye ye, gerek hemû kurd, hemû partîyên kurd giraniya xwe bidin şikandina vê xelekê. Xebatên me yên eskerî, siyasî û dîplomasî me gerek ji bo rizgarbûna başûr û rojava be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE