19 oktober 2017

Gel serxwebûnê dixwaze

Serîhildana gel ya li Xaneqînê û Kerkûkê û paqijkirina Kurdistanê ji Heşdî Şabî daxwaza gel ya serxwebûnê ye, siyasetmedar mecbûr in vê rastiyê bibînin.
Bi baweriya min dibê parlamenterên kurd êdî neçin Bexdayê. Êdî tu mişterikiyekeme û Bexdayê bi hev ra namaye.
Dibê meclîsa Kurdistanê tavilê bicive û ji bo îlankirina serxwebûnê gavan bavêje, hin biryaran bigre.
Bi dagirkirina Kerkûkê û şehîdkirina 50-60 pêşmergeyî Îraqê nîşan da em nikanin bi hev ra bijîn.
Çimkî mentalîteya wan hîn ya Seddam e, gava xurt dibin li hustuyê me siwar tên û heqaretê, çavsoriyê li me dikin, bi xurûr heysiyeta me dilîzin.
Lema jî dibê kurd haziriya îlankirina serxwebûnê bikin. Serîhildana Xaneqînê, Kerkûkê, Silêmaniyê û derên din daxwaza gel ya serxwebûnê ye.

XXX
Ciwanên Kerkûkê bûn sembola serîhildanê û qehremanên rizgarkirina bajarê xwe
Ciwanên Kerkûkê do bi şev li hemberî hêzên dagîrker serî hildan û gav bi gav bajarê xwe rizgar kirin.
Li gorî xeberên ji herêmê tên qatilên Heşda Şabî û leşkerên îraqê ji Kerkûkê, Xaneqînê, Mexmûrê û Şengalê û hin herêmên din vekişiyan e. Yanî ev der dîsa ketine destê kurdan.
Lê rewş hîn ne zelal e, li ortê hêzeke, serokekî raperînê kontrol û îdare dike xuya nake. Serîhildan hîn di çarçeweya gelêrî da ye. Bes tiştê baş Heşda Şabî ji Kerkûkê û paş da vekişiya ye û rewş nuha aram xuya dike.
Serîhildana keç û xortên kurd bêguman tiştekî pîroz e û ne li Kerkêkê tenê, li seranserê Kurdistanê rewşeke nuh derxist ortê.
Dibê di zûtirîn wextê da hukûmeta Kurdistanê û hêzên siyasî serokatiya raperîna gel bigrin destê xwe û gel bêserî û pêşeng nehêlin.
Rewş pir nazik e, di nava saetan da her tişt kane biqewime û biguhere.
Lê belê tiştê do bi şev li Kerkûkê dest pê kir û li hemû bajarên Kurdistanê belav bû serîhildaneke gelêrî ye û destpkeke pir pîroz û muhîm e.
Zafer ya gelê me ye.
Roja me hiltê.
Keç û lawên qehreman qebûl nakin neyar heqaretê li gelê wan û li sembol û miqedesên wan bikin. Emê rojên baş bibînin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE