24 oktober 2017

Erdogan dibêje Îdlîb temam e, nuha jî dora Efrînê ye

Erdogan gotiye operasyona Îdlib temam e, nuha dor hatiye Efrînê.
”Operasyona Îdlibê bi piranî qediya. Li pêş me mesela Efrînê heye. Me berê jî got, şevekê ji nişkave em kanin werin, şevekê ji nişka ve am kanin lêxin…”
Gerek YPG û kurdên rojava van gotinên Erdogan pir cidî bigrin û li gorî wî tedbîrên xwe bigrin.
Belkî jî îşev ya jî sibe êrîşî Efrînê bikin.
Lê ewê êrîş bikin, îcar îşev e ya jî du rojên din in ew pir ne muhîm e. Ya muhîm dibê hên kurd wek ku Tirkiye ewê saeteke din êrîşî Efrînê bike haziyên xwe bikin.
Dibê Efrîn jî nebe Kerkûka duduyan. Tirk ewê êrîş bikin, Erdogan pir vekirî dibêje.
Lema jî Efrîn nebe Kerkûka duduyan, bibe Kobana duduyan û tirk derseke baş bigrin…
Tirk dev ji Efrînê bernadin, miheqeq ewê êrîş bikin. Gerek gerîla tim di haziriya xwe da bin.


XXX
Li gorî medyaya tirk dinivîse, mamûrên gumruka Îraqê ji bo deriyê Xabûr(Îbrahîm Xelîl)dewr û teslîm bigrin hatine Tirkiyê. Û îhtîmale Tirkiye derîyê Xabûr îro ji Kurdistana Federe bigre û dewrî Îraqê bike.
Heyeta Ewlekariya Tirkiyê çend roj berê ev biryara girtibû û pêşkêşî hukûmetê kiribû. Wer xuya dike hukûmet jî îro ewê vê biryara hukûmetê têxe prarktîkî.
Hukûmet mukûmet vir e, çimkî li Tirkiyê tu hukûmet tuneye, her tişt Erdogan e, ew wiha dixwaze hukûmet jî mecbûr e emrê Erdogan bi cî bîne.
Erdogan berî referandûmê çend caran got ewê saha hewayê û deriyê Xabûr li ser Kurdistana Başûr bigre û bi vî hawî kurdan ji birçîna bikuje.
Kurdên başûr zêde baweriya xwe bi Erdogan û bi Tikriyê anîbûn û Erdogan gelkî dostê xwe hesab dikirin. A ev dostê wan wek marê kobra berî her kesî bi wan veda û îro jî deriyê Xabûr(Xêbûr) li ser wan digre.
Tirkiyê saha hewayê ji xwe ji xwe di 28ê îlonê da girt. Deriyê Xabûr mabû wa ye wî jî digrin.
Ya tê meraqkirin hukûmeta Kurdistanê îro ewê çi bike, ewê midaxele bike û derî teslîmî mamûrên îraqî neke ya jî ewê vekşe û biryarê qebûl bike?

XXX
Li Şirnexê li dibistana ”Omer Keçecîoglu” mamosteyekî axaftina kurdî li zarokan yasax kiriye.
”Omer Keçecioglu”, miheqeq ya leşker ya jî polîsekî faşîst e, qatilekî kurda ye, li Şirnaxê hatiye kuştin. Navê wî dane vê dibistanê.
Li Kurdistanê navênbi sedan qatilên kurdan dana dibistanan.
Wa ye hukûmeta AKPê jî eynî wek salên 1940-1960î kurdî li kurdan yasax dike.
Di wan salan da jî di dibistanan da axaftina kurdî li zarokan yasax kiribûn.
Li bajaran jî polîs, bekçî, leşeker û xefyeyên dewletê digeriyan û ceza li kesên bi kurdî dipeyivin dibirîn. Serê her gotinekê nizanim çend quriş bû.
Hukûmeta AKPê jî wa ye eynî nîzamê bi cî dike, ew jî wek dema Îsmet Înonu axaftina kurdî li kurdan yasax dike.

XXX


Dalkurdê li hemberî Brommapojkarna maç 0-1 wenda kir. Pir xemgîn im. Îşev bû derdê ser derdan.
Lê hîn du maçên din hene. Maçekê bigre derdikeve lîga yekê.
Ev çend maç in hinekan Dalkurd çavînokî kiriye.
Êdî bes e!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE