27 oktober 2017

Ebadî mecbûr ma şer rawestîne

Ebadî gav paş da avêt û emrê rawestandina şer da leşkerên xwe
Serokwezîrê Îraqê Ebadî emir daye artêşa xwe dibê di nava 24 saetan da di hemû cepheyan da êrîşên ser Kurdistanê û pêşmergeyan rawestînin.
Dibe ku di vê biryara Ebadî da rola Amerîkayê hebe.
Lê belê bi kêmanî bi qasî rola Amerîkayê, liberxwedan û lehengiya hêzên pêşmerge û têkçûna Heşdî Şabî ya di gelek cepheyan da jî bû sebeb Ebadî vê biryarê bigre.
Ebadî bivik dît, di çend cepheyan da zayîatên mezin dan, lema jî mecbûr ma êrîşên xwe rawestînin.
Bawer bikin heger Ebadî bizanîbûya ewê kanibin zora pêşmerge bibin, qet guh nedida kesî û ewê heta Hewlêrê û Zaxoyê jî biçûyana.
Lê hêzên pêşmerge ev sê çar roj in ew perîşan kirine, bi sedan miryênên wan hene. Lema jî agirbest qebûl kir

XXX
Hela hûn bala xwe bidin vî heramzadeyê çaqokêşa dewleta tirk, ji agtirbesta nabêna hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê nerehet bûye û gotiye ewê taqîp bikin, ew dixwazin bizanibin kî li wî aliyê sînor heye, agirbest ” me ji nêz ve elaqedar dike kî li wî aliyê sînor heye. Him ji alî siyasî û ewlehîyê ve û him jî ji alî bazirganiyê va me pir eleqedar dike. Emê pişopînin…”
Yanî heger ereb li wî aliyê sînor bin bi Çavuşoglu wek şîr û şekir e, lê heger kurd bin nabe, nikane tahamul bike…
Çavuşoglu dixwaze Bexda hemû Deriyên gumrikê (yên nabêna Tirkiyê û Îranê) ji kurdan bigre û têxe bin kontrola xwe.
Çavuşoglu her wisa dixwaze hemû balafirxaneyên Kurdistanê jî têkevin bin kontrola Bexdayê.
Yanî boxe dixwaze kurdên başûr jî wek kurdên bakur tam bibin bindest û êsîrên Îraqê.
Çimkî Çavuşoglu dixwaze kurd li her derê bindest û koleyên hinekan bin…

XXX


Katalanan guh nedan gefên Îspanyayê û îro serxwebûna xwe îlan kirin.
Ez katalanan pîroz dikim û hêvî dikim aqûbeta wan li serê me be jî.
Hêvî dikim di demek nêz da em jî wê rojê bibînin.
Wer xuya ye Îspanya ewê serxwebûna Katalanyayê bi rehetî qebûl neke. Lê Îspanya qebûl bike jî, neke jî ew bi tenê ne, welatekî din bi wan ra ewê êrîşî Katalanyayê neke.
Yê me ne Îraq tenê ye, sê welatên hov, sê artêşên celad û xwînxwar bi hev ra êrîşî me kirin.
Bi kurtî rewşa katalanan ne wek ya me kurda ye, muxatabê wan yek dewlet e. Lê yên me pir in.
Bes ew çi bikin jî vala ye, kurd jî rojekê ewê wek katalanan serxwebûna xwe îlan bikin.
Ya muhîm di vê riyê da em zû newestin û bêhîvî nebin.
Mixabin azadî û serxwebûna me li gorî ya katalanan pir zortir e, lê mimkûn e, ewê bibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE