25 oktober 2017

Dinya hevalê yê zalim û neheq e

Bi referandûma 25ê îlonê kurdan li hember kesî herb îlan nekir, welatê kesî dagir nekir, zum li kesî nekir, tenê gotin em azadî û serxwebûna xwe dixwazin.
Lê bi Îraqê, Tirkiyê û Îranê ra, Neteweyên Yekbûyî û hemû dinyayê jî got na, dibê hûn kurd bindest bimînin. Em qebûl nakin hûn kurd bibin xwedî dewlet. Bira 22 dewletên ereban hebin, lê dewleteke we kurdan tunebe.
Rastiya piştî referandûmê û bi êrîşên Îraqê ra derket ortê ev e, ne Îraq, Tirkiye û Îran tenê, NY, Amerîka, Rûsya û hemû dinya jî ji me ra dibêje nabe hûn kurd bibin xwedî dewlet, em nahêlin hûn Kurdistanê çêkin.
Û heger hûn di vê daxwaza xwe da israr bikin, emê hemû li ser serê we bibin yek û we bikujin, we biçolan xin, gund û bajarên we wêran bikin, qatilên Heşda Şabî berra bedena we bidin…
Tiştê îro dinya ji me kurdan ra dibêje ev e.
Belkî sibe li Kurdistana Rojava jî eynî tiştî bikin.
Gerek em vê rastiyê fêm bikin û siyaseteke li gorî wê bimeşînin, li rêyeke din bigerin…
Û heger rojekê me kanîbû dibê em hemû ker, hesp û qantirên Kurdistanê berdin ser êl û maka vê dinya namerd, ji bo ku baş bikutin wan…
Axir me bi vê trajediya xwe careke din dît dinya hîn dinya berê ye, tu tişt neguherî ye. Dijminên me ne Tirkiye, Sûriye, Îran û Îraq tenê ne, gerek em zora hemû dinyayê jî bibin.
A gerek em li gorî vê xwe organîze û tanzîm bikin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE