30 oktober 2017

Dil tije ye lê naxwzim bidim der

Vê sibehê dixwazim gelek tiştan bibêjim, dilê min tije ye.
Lê nabêjim.
Naxwazim we jî wek xwe bêhêvî û reşbîn bikim.
Carnan bêdengî ji axaftinê çêtir e.
Ya baş em hêvîya xwe ji mucîzeyên me ji vê kaosê û ji vê felaketa hatiye serê me xelas bikin, ji surprîzên tarîxê qut nekin.
Pişttî tarîtiyê ronahî tê. Ev qanûneke siruştê(tebîetê, xwezayê)ye...
Emê bimînin li hêviya ronahiyê.
Çi bikim, ji destê min tiştekî din nayê

XXX
Sebebê vê felaketa dawî hat serê miletê kurd tunebûna dewleteke netewî, artêşeke netewî û hukûmeteke netewî ye.
Bi partiyan û bi pêşmergeyên partî û şexsan ne Kurdistan çê dibe û ne jî rê li ber van trajediyan tê girtin.
Heger hukûmet û artêşeke netewî hebûya ev malwêranî nedihat serê kurdan. Heger hukûmeteke netewî hebûya û hêzên pêşmerge ne di bin emrê partî û şexsan da bûna kesî nikanîbû ev îxanet bikira.
Musebîbê vê felaketê serok û partiyên ev 25 sal in li ser hukim in, lê hîn jî ev dezgehên netewî ava nekirine.

XXX
Xwezî nuha kor bûma
xwezî nuha kerr û lal bûma
xwezî nuha bê zar û bê ziman bûma
ji bo ku ji vê trajediya serok û partiyan anîn serê gelê xwe
bê ilm û bê hay bûma




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE