07 oktober 2017

Dibê di saxiya xwe da em qedir bidin hev

Em kurd tim wiha dikin, di saxiyê da qedir û qîmeta heq kiriye nadin însanên xwe, piştî dimre hişê me tê serê me û em dikin ax û wax û li çonga xwe dixin....
Mam Celal siyasetmedar û lîderekî pir mezin bû, kesekî xebetakar, canfîda, bi ezm û îstîqrar û xwedî vîzyon bû.
Di saxiya wî da hin kurdan him ew baş nas nekirin, mezinahiya wî baş nedîtin û hinekan jî pir neheqî lê kirin, ew li ber çavên kurdan reş kirin.
Lê şaş bû, xwezî ew teşxele û tiştên ne xweş di tarîxa me da neqewimiya, xwezî kurd bi wî rengî nehatana hemberî hev û xwîna hev nerijandana.
Lê tiştê çû gereke meriv nekve dû, dibê em ji wan serpêhatî û trajediyan dersê bigrin û careke din şaşiyên bi wî rengî dubare nekin.
Mezinahiya Mam Celal ji zûda sînorên Kurdistanê derbas kiribû û ew li Rojhilata Nêz û Navîn û heta li dinyayê bûbû serokekî xwedî gotin û giranî û karîzmatîk..
Kurd nuha fêm dikin Mam Celal şexsiyetekî pir mezin bû û dewsa wî jî ewê zû bi zû neyê dagirtin.
Mam Celal lîderekî ji xwe û ji doza xwe bawer û xwedî tolerans bû, merivekî het< hûn bixwazin demokrat bû.
Mam Celal 70 salên jiyana xwe di riya azadî û serxwebûna Kurdistanê da borand. Hemû armanca wî yekîtiya miletê kurd û dîtina serxwebûna Kurdistaneke serbixwebû.
Bi derengî bejî nuha hemû kurd vê rastiyê dibînin û dubare dikin.
Di nava siyasetmedar û serokên kurd da Mam Celal wek kelayekê bû, wek çiyayekî bilin û asê bû, kelmê nava çavên dijminan bû. Mêrê rojên giran bû.
Ez van gotinên birêz Mesûd Barzanî yên li ser Mam Celal pir muhîm û pir hêja dibînim.
Mesûd Barzanî li ser gorra Mam Celal ji rojnamevanan ra gotiye:
“Divê êdî em yekrêzî û hevgirtina xwe biparêzin. Ev daxwaza Mam Celal jî bû.”
“Koça dawî ya Mam Celal xem û wendahiyeke mezin e. Ti kes bi qasî min hest bi valatiya nebûna Mam Celal nake. Dema pirsgirêkek çêdibû min û Mam Celal bib telefonekê çareser dikir. Hêvîdar im em hemû li dîroka xwe binerin û ji bo gihiştina armancên xwe yên nîştîmanî xeletiyan dubare nekin.”
Tiştekî ez li van gotinan zêde bikim tuneye, hemû sedîsed rast in....



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE