07 oktober 2017

Dibê berpirsiyarên kurdên Başûr hew xwe bixapînin

Berdevkê hukûmeta Kurdistna Federe Sefîn Dizayî gotiye,
ew dîplomasiya Îran û Tirkiye dimeşînin normal dibînin, ew tirsa Tirkiyê fêm dikin û hurmetê nîşanî didin û her wisa ew bawer nakin şer derkeve û ”dostên do bibin dijminên hev.”
Vana gotinên pir tirsonek, şaş û vala ne.
Li hemberî vê êrîşkariya Tirkiyê û zimanê Erdogan yê dijminane dibê bersîva Sefîn Dizayî ne ev be.
Ez bi xwe van gotinên Sefîn Dizayî pir şerm dibînim û şermezar dikim.  Ne rast e em hewqas heqaretên Erdogan normal bibînin û hurmetê nîşan bidin.
Ya din Tirkiye do jî ne DOST bû îro jî ne DOST e û heta kurd bindest bin ewê tu carî jî nebe DOSTê Dizayî.
Gerek Dizayî xwe nexapîne.
Dizayî bi dost dîtina Tirkiyê  xewnan dibîne û xwe dixapîne.
Tirkiye Diza”dost” nabîne, dijmin dibîne.
Tirkiye ji roja ava bûye û vir da ye dijminatiya hemû kurdan kiriye û hîn jî dike û heta kurd bindest bin jî ewê bike.
Tirkiye tu carî nebûye dostê kurdan û ji xwe ne mimkûn e bibe ”dostê” kurdan jî.
”Dostdîtina” Tirkiyê îdîayeke pêkenînê ye, zarok jî zanin Tirkiye, Îran, Îraq û Sûrie dijmin in û heta em bindest bin jî ewê tu carî nebin dostên me.
Beşê Kurdistanê yê herî mezin di bin îşxala Tirkiyê da ye.
Welatekî dagirker(îşxalkar ), 25-30 milyon kurd ji xwe ra kiriye kole çawa kane bibe dost?
Tiştê Dizayî dike ne dêplomasî ye û ne gotinên dêplomatan in.
Gava kurdên başûr di heqê Tirkiyê da dipeyivin û beyanan didin gelekê caran hebûna kurdên Bakur, bindestiya wan ji bîr dikin. Fena ku ew kurdên Baur ne yek ferdên yek miletî bin.
Fena ku Kurdistana Bakur ne Kurdistan be û ji alî Tirkiyê ve nehatibe dagirkirin.
Fena ku Kuristan Başûr tenê be hereket dikin.
Ev dîtin ne rast e.
Dizayî  îşê xwe ji kurdên Bakur neyne jî, xwe ji wan bêrî bike jî, Tirkiye nake û tu carî wek Dizayî nafikire.
Tirkiye bi qasî PKKê û Ocalan neyarê xwe dibîne, hewqasî  jî PDKê û Mesûd Barzanî û Dizayî neyarên dibîne.
Tirkiya bi qasî naxwaze kurdên Kurdistana  Bakur azad bibin, hewqasî jî naxwaze kurdên Başûr azad bibin û bibin xwedî dewlet.
Neyartiya Tirkiyê ya li hemberî referandûma 25ê îlonê û daxwaza kurdan ya serxwebûnê nîşan dide Tirkiye di heqê kurdên Başûr da çi difikire û dijminekî çiqasî har û tahlûke ye.
Lema jî dibê kurdên Başûr bes di heqê Tirkiyê da xwe bixapînin, bi pişopişoyê, bi zeyytkirinê tirk ne li hemberî kurdên Başûr nerm dibin û ne jî dev ji siyaseta xwe ya antî-kurd berdidin.
Îspata wê şêla Tirkiyê ya nuha ye.
Tirkiye dijminekî kurdên hewqasî cahil, kêmaqil û tahlûke ye di dereceya herî nizimda jî beşdarî merasima cenazeyê Mam Celal nebû û mesajeke sersaxiyê belav nekir….
Lema jî dibê em li gorî realîte heyî hereket bikin û dîplomasiya me jî li gorî rastiyên heyî be….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE