26 oktober 2017

Desthilanîn û liberxwedan her tim ji teslîmiyetê baştir û bi rûmettir e

Rewşa em tê da ne çiqasî xerab be jî bêhêvîtî ne rast û qet ne baş e. Gava pêşî, pêlika pêşî ya wendakirinê bêhêvîtî ye. Ji bo serketinê dibê dilê meriv tije hêvî û bawerî be.
Bi taybetî jî di rojên wiha da dibê serok û siyasetmedarên me bêhêvîtiyê nexin dilê gel.
Heger ne hêviyeke bêsînor û baweriyeke ji polayê sexmtir bûya em heta îro li ser nigan nediman û nedigihîşt van rojan.
Me gelek badîreyên wiha û heta yên ji vê jî xerabtir borandin.
Ev rojên giran jî ewê derbas bibin.
Hovîtî û rûreşiyên dijminên me û bêbextiya mitefikên me û xayintiya hin xayinan jî ewê di tarîxa wan da wek lekeyeke reş bimîme.
Me tu tiştekî em ji ber fedî bikin nekiriye.
Em di netîceya bêbextî, xiyanet û dek û dolabeke namerdane da têk çûn, dijmin bi destê hin hespên trûva ji hundur da kela me girt.
Derba li me ketiye mezin e û birîna me kûr e.
Dibê em ji vê têkçûna xwe û ji van êrîşên dijmin, ji rifaqa wan dersê bigrin û bi lez û bez xwe bidin ser hev û bi hêzeke hîn xurt û ji xwe bawer micadela xwe bidomînin.
Bêhêvîtî, teslîmiyet malwêraniyeke ji têkçûna me mezintir e. Gerek em şoka têkçûnê û derba ji par ra li me ket ji ser xwe bavêjin û bi baweriyeke xurt û bi kadir û pêşengên ji xwe bawer micadela xwe ya azadî û serxwebûnê bidomînin. Erê di 16ê cotmehê da em likumîn, di cepha şer da em şikestin, lê em teslîm nebûn û dibê teslîm nebin jî. Micadele berdewam e. Vê têkçûnê bi qasî zirarê, hin tecrûbe jî da me.
Baweriya bi serketinê ewê me bibe zaferê...


XXX
Bêguman di şer da, di siyasetê da meriv kane wenda jî bike û bişkê jî. Lê ya muhîm dibê meriv teslîm nebe, teslîmiyetê qebûl neke.
Liberxwedan her tim ji teslîmîyetê baştir û bi rûmettir e.

1 kommentar:

  1. Mala te ava be, apê Zinar!

    Em çend û çendikek in, li vê dinê.

    Dev ji me bernede, her wuha me motîweyî jînê, jiyîn û mucadeleyê bike.

    Li xwe miqate be.

    SvaraRadera

PARVE BIKE