13 oktober 2017

Bexda ji kurdan ra dibêje gerek hûn teslîm bibin




Heşda Şeîbî û serokwezîrê Îraqê Abadî bi serokkomarê Îraqê Fûad Masûm ra 6 made şandiye ji YNKê ra.
Carê çûna Fûad Masûm ya Silêmaniyê skandal e. Dibê Masûm biçûya Hewlêrê û daxwazên Abadî bida berpisiyarên hukûmetê. Lema jî ev şêla Fûad Masûm qet ne xweş e.
Di van 6 madeyan da Abadî û Heşdî Şeîbî teslîmbûna kurdan dixwaze.
Dibê YNK vê nameya Îraqê biçirîne û ji Îraqê ra paş da bişîne ji bo bihelînin û ava wê vexwin...
Tiştê Îraqê di van 6 madeyan da ji kurdan xwestine teslîmiyeteke bi temamî ye. Dibê kurdvegerin dema Seddam.
6 daxwazên Ebadî û Heşda Şeibî ji kurdan kirine ev in:
"1 - Firokexaneya Kerkûkê bikeve bin kontrola Bexdayê û Heşda Şeibî
2 - Binkeya Serbazî ya K1 li Kerkûkê bikeve bin kontrola hêzên Iraqê
3 - Hemû bîr û kêlgehên petrolê radestî hêzên Iraqê bêne kirin.
4 - Hemû ew çekdarên DAIŞê bêne radestkirin ku niha li cem Pêşmerge êxsîr in.
5 - Artêş vegere hemû wan cihên ku berî hatina DAIŞê li wan deran bicih bû.
6 - Dûrxistina parêzgarê Kerkûkê ji posta parêzgariyê."
Ev şertên Bexdayê jî nîşan didin tu ferqa wan ji Seddam tuneye, ew jî bi kurdan ra bi zimanê Seddam dipeyivin.
Bi rejîmeke wiha ra jiyan û debarkirin ne mimkûn e, kurd nikanin van kesîn şovenîst ra bibjîn. Kîjan roja xurt bibin ewê li hustuyê kurdan siwar bibin.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, bo cîbicîkirina wan xalan, Ebadî û Heşda Şeibî heta saet 02:00 şeva dahatî wext dane kurdan.






XXX
Rojnameya tirk Yenî Şafak a nêzî hukûmeta AKPê ji bo pêşmerge gotiye, "Daîşa" duyem.
Meriv kane bibêje ev rojname ya hukûmetê ye.
Rismê Mesûd Barzanî jî wek serokê Daîşê li kêlekê xistine. Gava Pêşmerge Daîş be, Barzanî jî dibe serokê Daîşê.
Ez vê rûpelê û vê sernivîsa Yenî Şafakê belav dikim ji bo kurd bibînin. Rojekê ev sernivîs ewê lazim bibe...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE