31 oktober 2017

Berfa Stockholmê îsal em kevzikî kirin

Berfa Stockholmê îsal dereng dest pê kir, em li bende kevzikî bûn…
Bîstek berê li mitbaxê min qahwa xwe ya sibê vedixwar û di ber ra jî di pacê ra li hewşê, li pelên zerbûyê yên dara sêvê dinêrî.
Min dît peşkên berfê nermik nermik, melûl melûl tên xwarê. Kêfxweş bûm, min deng li xanimê kir, min got xanim çavê te ronî, berfa em li bende bûn wa ye dest pê kir…
Lê umrê berfa me ji ya pinpinîkê jî kintir ajot, piştî çend deqîqeyan vekir.
Yanî kêfa ewê erd spî boz bibe di dilê min da qurmiçî…
Lê vira Swêd e, tu carî bawerî bi hewa wê nayê, kane bîsteke din bibe bahoz û bager û her der di bin berfê da bimîne..

XXX
Kale Mamosta gotiye, ”gilok ne şidyayî bû verşiya.”
Him jî pir xerab verşiya, eynî bû porê ereba…
Teşbîheke pir xweş e, tam rewşa me tarîf dike.
Bi rastî jî him gilok sist û neşidyayî bû verşiya û him jî teşîrês ne tu teşîrês bû.
Ji ber teşîrês ne tu teşîrês bû gilokek sistomisto çêkiribû. Lema jî gilok nebû tevn, verşiya bû porê ereba.
Ji bo gilokek jidyayî were çêkirin, teşîrêsek nuh û jêhatî lazim e...

XXX
Kurdekî bi navê Aso Berazî di twîtta xwe da gotiye,
"Ev hefteyeke min 200 hesabên ji Barzanî ra xeberan didin kontrol kir. Piraniya wan di van du mehên dawî da vebûne. Piraniya kufurbazan ji Kurdistanê ne, lê belê ne kurd in.”
Rast e, heta em xwediyê vî aqilê sivik bin, dijmin ewê tim kanibe me bera hev bide, henekê xwe bi me û bi aqilê me bike.
Bi piraniya me ra dîqet, temkîn, hesasiyet, şiyarîya siyasî tuneye.
Gelekên me her xebera, her vîdeoya ajan provaktorekî, gava li dijî muxalifê wî be tavilê belav dikin.

XXX

Dost û hevalên Arjen Arî di 5 saliya wefata wî da li Diyarbekrê ew bibîr anîn.
Arjen Arî şairekî nayê jibîrkirin, bi şiîrên xwe ewê tim di dilê me da bijî...
Ev çiya rûsipî ne
Di qada şer de pişta me negihişt erdê.
Te şahid bivê, va Herekol.
Miradkar, bi bext û ol
Va Cûdî
Û va ye ev ax!
Kîj wextî bêleheng ma?
Kî gavê bêkêr?
Ev axa bi xêr û bêr
Ji bakur ve serejêr
Gebar,
Sîmal,
Bêxêr...
Her yek şêrko
Ango,
Yek yek Êzdînşêr.
Li piştekê bigerî, va ne:
Ev Nemrûd e
Ev Agirî ye
Ev Sîpan e.
Kîjan e nerûspî
Heyran
Bêrûmet kî ji van e?
Ronakê lêda çûrisî
Kirasê l'bejnê qerisî, qelemsiltan e.
Enîmêr e û Dêrsimî,
Ev çiya Tûjik e, heyran!
Heyran,
Ev çiya destbirakê Sîpan e.
Ku di bin berfê de mane.
Ba hûû dike,
Mûnzir pûç î pûç dike,
Zivistan e!
Bi pilingê pêşî re şîyar dibin.
Têhn vedide l'lûlan ji teqînê.
Stran dikevin pêlên xuşînê,
Şer dîne, şervan dîne
Çarmêrkî rûniştî di bin berfê de
Ev çiya rûspî ne, heyran!
Me, lome nekir ji wan.
Na na, û ne ji yekî!
Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî,
Me lîland,
Loma, bi Sîpan in stranên me
Ka bistrê, heyran!
Arjen Arî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE