30 september 2017

Xanim axê mi rê vato kutik !



Ji bo Amerîka piştgiriyê bide filistîniyan hemû dewletên musilman xwe diçirînin, lê piştgiriya eynî Amerîkayê ji bo kurdan dibe îxanet
Ji ber ku di şahiyên referandûmê da hin kesan ala Îsraîl li ba kirine serokê Tirkiyê Erdoganê îslamîst xwe gelkî aciz kiriye û gotiye îspat bû hukûmeta Kurdistana Federe, PDK û MOSAD yek in.
Serokê Tirkiyê Erdogan eynî wiha gotiye:
”Li vir ez careke din dibêjim. Tu têkiliya vê meslê(qesd serxwebûna Kurdistanê ye) bi gelê Bakurê Îraqê tuneye. Libakirina ala Îsraîl em xemgîn kirin. Ev tiştekî nîşan dide, rabirdûya(koka) Mosadê û ya vê îdareyeyê yek e û bi hev ra ye. Ew jî êdî di hemû ekranan da îspat bû.”
Serokê dewletekê çawa kane hewqasî basît û sivik be, meriv qet fêm nake.
Kurd bûn ”gelê Bakurê Îraqê.” Navê kurd di gewriya wî da dimîne, lema nikane bibêje kurd...
Ew bi xwe mafê kurdan nadin û ji bo beyanên Îsraîl yên piştgiriyê jî hezar derewê li hev digerînin û bêbextiyên dinyayê li kurdan dikin.
Ji kurdan ra dibêjin silavê nedin Îsraîl û piştgiriya wê red bikin, lê ew bi xwe ji bo bi Îsraîl ra bibin dost û mitefik xwe diçirînin.
Bi mitefîkiya Amerîka pir serbilind in.
Gava Trump bi Erdogan ra rûdine û methê wî û Tirkiyê dide hûn ji kêfa difirin, dibêjin ”xanim axê mi rê vato kutik” yanî axê ji min ra got kûçik...
Lê gava dor tê kurdan têkiliya bi Amerîka û bi Îsraîl ra dibe îxnat.
Ji bo Amerîka piştgiriyê bide filistîniyan hemû dewletên musilman xwe diçirînin, lê piştgiriya eynî Amerîkayê ji bo kurdan dibe îxanet
Bi van gotinên beradayî zarokên 4-5 salî jî êdî pê naxapin. Êdî dawiya derewan hatiye. Bi Xwedê tu derewa hûn kurdan pê bixapînin nemaye….
Navê kurd di gewriya efendî da dimîne, lema jî nikane ji kurdan ra bibêje kurd.
Lê bi xêra vê şoeveniya wan kurd ji mecbûrî dibin kurd. Ev jî baş e. Ez bi xwe bi van gotinên lîderên tirk û farisan pir kêfxweş dibim….

XXX
Hûn bi qedrê Xwedê dikin, hûnê bi şêrgeleyê Qasimpaşayê negrin...
Erdogan dîsa ji kurdan ra gotiye xwe bidin alî ez hatim…
"Îdareya Herêma Bakurê Îraqê bêyî destûra welatê me gavek avêtiye. Wê demê ewê bedelê vê gava xwe jî bide…”
Mêrik xwe wek sultanekî Osmanî û kurdan jî tebaa xwe dibîne. Lema jî ji bo referandpûmê gerek kurdan jê destûr bigirtana.
Efendim ”kurdê bedela vê biryara xwe bidin…”
Kurro tu wek pîlaka xeraba rojê çend caran vê tehdîda xwe dubare dikî.
Kesî bi destê te negirtiye, ne hewce ye tu her roj vê gefê li kurdan bixwî û van zitan bidî xwe.
Çi ji destê te tê texsîr neke…
Yê ji beytikan bitirse garis naçîne.
Kurd ji beytikan natirsin.
Ma te ev hîn fêm nekiriye?
Fermo xwe biceribîne….
Hûn bala xwe didinê navê Kurdistana Federe jî hîn û hîn ” Îdareya Herêma Bakurê Îraqê” ye.
Musîbetek ji hezar nesîhetê çêtir e



1 kommentar:

  1. Den här kommentaren har tagits bort av bloggadministratören.

    SvaraRadera

PARVE BIKE