04 september 2017

Tu dûzanek ne ebedî ye

Hemû derdê tirkan li tu beşekî Kurdistanê kurd nebin xwedî dewlet, Kurdistan ava nebe.
Ji bo dijayetiya referandûmê hemû argumentên didin pêş qal û qîlên vala ne, demagojî ye, dixwazin kurd berî mirinê diya xwe nebîne.
Yanî kurd nebin xwedî dewlet.
Heger meriv dilxwazê kurdan be meriv kane him Barzanî rexne bike, şaşiyên wî bibêje, -ez bi xwe tim rexne dikim- û him jî piştgiriyê bide referandûma serxwebûnê.
Heta nuha em di bin destê zalim û dîktatorên ereb da bûn, bira çend salan jî em di bin hukmê dîktarorekî kurd da bin.
Dewleteke kurd ya herî nedemokratîk, dîktatorekî kurd yê herî zalim ji bindestiya ereb, tirk û farisan hezar qatî baştir e.
Dibê em ji bîr nekin, tu rejîm, tu dîktator ne ebedî ye....
Kurdên dijayetiya referandûmê dikin dibê bi vî çavî jî li meselê binêrin.

XXX
Hêzên kolonyalîst ne welatan tenê, mejiyê bindestan jî îşxal dikin.
Ne zimanê wan tenê, fikrê wan jî asîmîle dikin.
Ji bo qebûlkrina bindstiyê dibê yê bindest xwe biçûk û bêkêr bibîne. Dibê kolonyalîstan ji xwe û ji rêber û serokên xwe, ji siyasetmedar û ronakbîrên xwe zanetir û mezintir bibîne.
Ev yek dibe sebebê bêhêvîtiya azadî û serxwebûnê.
Gava baweriya meriv bi meriv û bi însanên meriv nemîne meriv qudûmşiketî dibe û li hemberî kolonyalîstan serî hil nade.
Serî hilnade, çimkî bawerîya wî bi wî nayê…
Tirkan bi terorê û bi şerê xwe yê îdeolojîk gelek kurd bêhêvî û qudûmşikestî kirine…
Gerek em vê hegomanya tirkan ya îdeolojîk bişkînin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE