14 september 2017

Tirkan nehîştin cenazeyê dîya Aysel Tuglukê li Anqerê were gorkirin



Diya Aysel Tuglukê Xatûn Tugluka 78 salî do li Anqerê çû rahmetê. Malbatê xwest cenazeyê Xatûn Tuglukê li Anqerê li goristana Încekê defin bike.
Lê birrek tirkên li gorristanê kom bûbûn êrîş birin ser merasima cenaze û termê Xatûn Tuglukê bi zor ji gorrê dan derxistin.
Belê bi darê zorê termê jineke pîr ji gorrê derxistin û gotin ”em qebûl nakin terorîst li vir werin veşartin.”
Li ser vê, malbatê biryar da cenazeyê Xatûn Tuglukê bibin li Dêrsimê veşêrin.
Bi baweriya min ya rast jî ev e, gerek tu kurd miriyê xwe li Tirkiyê gorr neke, bibe Kurdistanê.
Ev ne cara pêşî ye tirk nahêlin kurd li gorristanên Tirkiyê werin veşartin. Heta nuha çend caran mirîyên kurdan ji gorran dan derxistin.
Tiştê tirkan îro kiriye bêguman nemirovî û irqçîtiyeke mezin e, bêyî tirkan ferdên tu miletekî din li hemberî cenazeyê pîrekê namerdiyeke wiha nake…
Lê tirk dikin.
Di eynî wextê da ev bûyer ji bo Aysel Tuglukê jî trajediyeke mezin û bi êş e....
Çimkî Aysel Tuglukê gelkî pesnê biratiya tirkan û jiyaneke bi hev ra dida û Kurdistan nedixwest.
Lê tirkan îro nahîştin diya wê li Tirkiyê were veşartin.
Ev bûyer gerek ne ji Aysel tuglukê tenê ra, ji hemû kurdên ” ortak vatan/wetenê mişterek û demokratîk cumhûriyetê” û biratiya tirkan diparêzin ra bibe IBRET !
Gava meriv beyanên hin parlamenterên HDPê yên li ser bûyerê dixwîne meriv dibîne êrîş bi destûra walî, polîs bûye. Haya wezîrê Karên Hundur jê heye. Yanî polîsan hîştine êrîşkar êrîşî merasima cenaze bikin. Lema jî yek êrîşkar jî negirtine.
Hela ka ez binêrim civata tirk, siyasetmedar, ronakbîr û îslamîstên tirk, medyaya tirk sibe ewê çi bibêjin...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE