02 september 2017

Tirk beşekî kurdan bi zorê û bêşekî wan jî bi dilxwazî asîmîle dikin

Tosinê Reşîd li ser hegomonya Tirkiyê ya aborî û kulturî  ya li ser kurdên başûr tespîteke rast û tarîxî  kiriye, gotiye:
”Xwarina wan ji Tirkiyê ye, gera wan li Tirkiyê ye, wergirtina wan ji Tirkiyê ye. Ji stranên tirkî hez dikin, li rêzefîlmên tirkî söe dikin. Tirkan bakur bi zor asîmîle kir, niha başûr bi aştiyane asîmîle dibe.”
Bi baweriya min ev gotinên Tosinê Reşîd sedîsed rast in. Tirkan kurdên bakur bi darê zorê asîmîle kirin, kurdên başûr bi îrada xwe ya azad û bi hezkirin asîmîle dibin…
Her kesê çûbe Kurdistana başûr û hatibe vê prosesa asîmîlasyona kurdên başûr pir rehet dibîne.
Bi sedan esnaf, dikandar û karkirên tirk yên bi kurdî nizanin li Hewlêrê, li Kurdistana başûr hene.
Û nezanîna kurdî ji bo wan qet ne gelş e.
Bifikire kurdekî ji başûr here li Anqerê, li Yozgatê, li Konyayê dikanekê, aşxaneyekê, bestenîxaneyek/dondurmexaneyekê veke lê bi tirkî nizanibe. Bi mişteriyên(bikirên)xwe ra bi kurdî bipeyive.
Tiştekî wiha ne mimkûn e, li tu welatî ne mimkûn e.
Tirk roja pêşî ewê wî lînc bikin, ewê pastaxaneyê bi ser serê wî da bihedimînin.
Li tu welatî heger tu bi zimanê wî welatî nizanibî tu nikanî li wir bibî esnaf, dikandar.
Lê li Hewlêrê ji bo tirkan mimkûn e.
Çimkî mişteriyên(bikirên, kiroxên)kurd bi dilxwazî bi tirkî dipeyivin, fêrî tirkî dibin.
Li Hewlêrê gelek esnafên tirk ên bi kurdî nizanin hene. Û karê wan jî pir baş dimeşe.
Çimkî ji dêlî ew kurdî fêr bibin, kurd tirkî fêr dibin.
Min bi çavê serê xwe dît li Hewlêrê li marketekê etîketên buhayê tiştan bi tirkî û bi erebî bû, lê bi kurdî tunebû. Min ev yek rexne kir, ji min ra gotin em nuh in, emê vê dîtina te ji şef ra bibêjin...
Navê vê sîmîlasyona bi dilxwazî ye….
Lê li hemberî erebî û farisî hewqasî ne bi tolerans in, bi qasî ji tirkî, ji muzîka tirkî, ji fîlmên tirkî hez dikin, ji erebî û ji muzîk û fîlmên erebî hez nakin.

XXX

Ez him pir westiyayî me û him jî heta qirikê tije bûme.
Dixwazim biqîrim !
Bindestî, mahcirî, zulm û çavsoriya tirkan bi min pir zoer tê.
Çima nuha ez ne li Wêranşarê me?
Çima ne li Diyarbekrê li ba diya xwe me?
Bindestî nayê kişandin.
Ez nikanim bêtirs, bi dilekî rehet herim welatê xwe.
Ev zulm e.
30 salan min ev zulm kişand wa ye dîsa tekerur dike...
Kerê min bikute mak û êla vê dewletê !
Kurdê vê zulma li me dibe normal bibîne namerde e !
Ez him pir westiya me û him jî heta qimikê tije bûme.
Şeraba Chianti Classico vedixwim û nîv şerxweim....



XXX
Tirkiyê du hemwelatiyên alman yên din jî rehîn girtin. Jimara almanên li Tirkiyê rehîn hatine girtin derket 55an. Tirkiyê berê jî ji Swêd, ji Fransa û ji Emerîkayê çend kes rehîn girtine.
Bi îhtîmaleke mezin ewê van rehînan li hemberî Yekîtiya Ewrûpa, Almanya û Emerîkayê wek şantaj bi kar bîne.
Tirkiye êdî bûye dewlteke mafîa û metodên Mafîayê bi kar tîne. Ne dûr e ji Emerîka û Ewrûpayê bixwaze van kesan teqas bike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE