19 september 2017

Nabênkariya Tirkiyê ji dijminatiya wê ya eşkere tahlûketir e



Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Al-Monitor ra gotiye Tirkiye kane di nabêna Hewlêrê û Bexdayê  da nabênkariyê bike.
Ev pêşniyara Tirkiyê zindîqiyeke pir mezin e û ji neyartiya Tirkiyê ya vekirî pir û pir tahlûketir e.
Gerek kurd dûpişkê nekin paxila xwe…
Tirkiye tiştê bi gefan, bi zorê nikane bi dest xe, dixwaze bi ”dostîyeke durû”  û bi riya ”nabênkariyê” bi dest xe.
Dibê kurd tu carî ”garantorî, nabênakarî”  û filan û bîvanê  Tirkiyê qebûl nekin.
Heger qebûl bikin ewê malikê li xwe bişewitînin.
Tirkiyê tiştê anî serê Şêx Mahmûd Berzencî ewê bîne serê Mesûd Barzanî û kurdan jî.
Tirkiye bi qasî dijminê kurdên Bakur û PKKê û PYDê ye, hewqasî  jî  dijminê  PDKê, Barzanî û kurdên Başûr e.
Tirkiye ne li dijî şex û partiyan e, li dijî avabûna dewleta kurd e, li dijî Kurdistana serbixwe ye.
Kîjan serok, kîjan partî dewleta kurd û serxwebûna Kurdistanê bixwaze Tirkiye li dij e û dijminê xwe dibîne.
Kurdê ev siyaseta Erdogan fêm nekiribe ne biaqil e…


Çi bi zor û bi gefan be û çi jî bi rêya ”nabênkariyê”  be Tirkiyê dixwaze referandûma serxwebûna ya 25ê îlonê nede çêkirin.
Û ji bo bigihîje vê mexseda xwe her rêyê, her taktîk û metodê bi kar tîne; geh devê tivingê nîşanî kurdan dide, geh dibêje ez xêra we dixwazim.
Û di ber ra jî çeteyên xwe yên Cepheya Tirkmen li kurdan dielimîne, berra kurdan dide...
van tiştan hemûyan ji bo betalkirina referandûmê dike.
Çimkî  Anqere baş zane di referandûmê da Kerkûk jî di nav da, piraniya kurdan ewê  ji serxwebûnê ra bibêje ERÊ !
Tirkiye, Îraq û Îran naxwazin ev îradeya miletê kurd û gelên Kurdistanê diyar bibe, dinya bibîne kurd û gelênKurdistanê(ereb, tirkmen, asûrî-suryanî, ermenî)  serxwebûnê dixwazin.
Heger Tirkiyê bizanîbûya ewê ji referandûmê NA derkeve, ewê li dijî referandûmê derneketa.
Lê zanin di referandûma 25ê îlonê da piraniya kurdan û gelên din ewê ji serxwebûna Kurdistanê ra bibêjin  ”ERÊ” !
Tirkiye dixwaze ev îradeya gel dernekeve ortê û Kurdistan çênebe.
Lema jî Tirkiye wek welatekî biyanî xwe tevî karûbarê kurdan û welatekî din dike.
Tu mafekî Tirkiyê tuneye xwe tevî gelşa Îraqê û referandûma 25ê îlonê bike. Ev meseleyeke nabêna Îraqê û kurda ye.
Lê ji bo ku Tirkiye naxwaze kurd li Başûrê Kurdistanê bibin xwedî dewlet, lema ji Îraqê bêtir zextê dide ser kurdan.
Lema jî li alîkî li Kerkûkê bi destê Cepheya Tirkmen prowakasyonan dike, kurdan didin gulebaran kirin(îro li Kerkûkê merivên Cepheya Tirkmen pêşmergeyek kuştine û çend kes jî birîndar kirine), serokê Cepheya Tirkmen bera pêxîla kurdan didin, dibêjin heger hûn referandûmê çêkin ewê şer derkeve.
Û li aliyê din jî Çavuşoglu demagojiya ”nabênakariyê” dike.
Dibê kurd nehêlin, qebûl nekin Tirkiye bi tu hawî tevî mesela referandûmê bibe.
Dibê kurd ji Tirkiyê ra bibêjin bela xwe ji me vekin bes e, em nabênakriya we naxwazin.
Heger hat û kurd mecbûr man referandûmê îptal bikin ya jî demekê bi paş xin, dibê viya bi garantîya Neteweyên Yekbûyî û dewletên mezin bikin, lê belê Tirkiyê û Îranê ebeden tevê nekin. Tevêbûna Tirkiyê malwêraniya kurda ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE