13 september 2017

Kî piştgiriya serxwebûna me bike ew xêrxwaz û dostê me ye

Em dixwazin dinya piştgiriyê bide avabûna dewleteke kurd û Kurdistana serbixwe.
Ji bo ku Tirkiye, Îran û Îraq li dijî avabûna Kurdistaneke serbiwe ne em van dewletan rexne dikin.
Em dixwazin ew jî û hemû dinyaya jî serxwebûna me, çêbûna Kurdistaneke serbixwe qebûl bike.
Ji bo vê em propagande û xebateke dîplomatîk dikin.
Lê li alî din gava Îsraîl piştgiriyê dide avabûna Kurdistaneke serbixwe hin kurd lêva xwe hil dikin, mirûzê xwe tahl dikin.
Fena ku ne bi dilê wan be, tu dibêjî belkî Îsraîl xerabiyek bi me kiribe…
Bi kurtî piştgiriya Îsraîl bi wan xweş nayê.
Serokwezîrê Îsraîl Benyamîn Netenyahû gotiye ”ew li dijî terorê ne, lê belê di heman demê da jî li Îraqê hewldanên gelê kurd ji bo avakirina dewleta xwe jî rewa dibîne.”
Di 11ê îlonê da Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayelet Şakedê jî gotibû, ”Îsraîl piştgiriyê dide serxwebûna kurdên Iraqê.”
Netenyahû di vê axaftina xwe da gotiye ew ”PKKê wek rêxistineke terorîst dibînin” lê çend roj berê Cîgirê Sererkanê Îsraîlê Yaîr Golan li Amerîkayê di civîneke da got PKK ne rêxistineke terorîst e. Dibe ne bi dilê we be, lê ez nêrîna xwe dibêjim, PKK ne terorîst e.”
Yanî di mesela”terorîstiya” PKKê da jî hukûmeta Netenyahû geh rast lê dixe, geh çep.
Lê dibê em qebûl bikin bi rengekî vekirî xwedîderketina Netanyahû li PKKê wer ne rehet e, dibê meriv viya jî fêm bike. Di siyasetê da her tişt vekirî nabe û her tişt nayê gotin.
Emerîka jî di resmîyetê da dibêje PKK" rêxistineke "terorîst" e lê di praktîkê da çi dike em dibînin. Yanî ev gotin aNetanyahû nayê maneya Îsraîl bi wek Tirkiyê li PKkê dinêre.
Lê li gel vê yekê jî şêla Îsraîl ya di mesela serxwebûna kurdên Başûrê Kurdistanê da pir zelal e, ew destegê didin azadî û serxwebûna me.
Dibê ev yek me kêfxweş bike.
Çimkî em dixwazin dinya li dijî serxwebûna me dernekve, piştgiriyê bide me. Îsraîl jî vê dike, gerek em hemû kurd pê kêfxweş bibin.
Ne Îsraîl tenê, kî piştgiriyê bide azadî û serxwebûna kurdan, ya Kurdistana Başûr û Rojava gerek em spsî wan bikin û bibêjin mala we ava be…
Dibê em ji bîr nekin yê motajê piştgiriyê em in, ne Îsraîl e….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE