12 september 2017

Kemalîst û îslamîstên tirk wek du ruyên pereyekî ne

Berê me her sal di 12ê îlonê da darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980î protesto dikir.
Ev du sê sal in kurd darbeya 12ê Îlona 1980î êdî wek berê protesto nakin.
Çimkî ji ji bo kurdan di nabêna hukûmetên siwîl û leşkerî da tu ferq tuneye. Leşker ya jî siwîl, kemalîst ya jî îslamîst li hemberî kurdan hemû jî xwedî eynî îdeolojîya resmî ne; înkara kurd û Kurdistanê, asîmîlekirin û terorîzekirina kurdan siyaseta hemû partî û îktîdarên tirk in.
Hemû kurd nuha di praktîkê da dibînin di nabêna tu cûntaya general Kenan Evren û hukûmeta Recep Tayyip Erdoganê îslamîst da tu ferq tuneye.
Heta meriv kane bibêje rejîma Erdoganê îslamîst ji ya Kenan Evrenê faşîst sed qatî xerabtir û irqçîtir e, faşîsttir e.
Erdogan û Bînalî Yildirim û Suleyman Soylu sed qatî ji Kenan Evren û generalên hevalên wî zalimtir û bêmerhamettir in, bêûjdantir in, sed qatî ji Everen bêtir neyarên kurdan e.
Lema jî protestokirina 12ê Îlona 1980î êdî pir bêmane ye, halê kurdan îro ji ya 1980î pir û pir xerabtir e.
Qet nebe Kenan Everan 12 bajarên kurdan bi tank, top û fuzeyan neda wêrannekirn, bi hezaran xortên kurd di zêrzemiyan da nedan înfaz nekirin û xaniyên kurdan bi ser serên wan da nedan hulneşandin...
Lê îkîtdara Erdoganê îslamîst ya siwîl ev tişt hemû kirin û ewê hîn jî bike…
Formulärets överkant



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE