08 september 2017

Ji kerema xwe ra Kurdistana xwe nîşanî min bide !




Hevalekî min ê Facebookê bi navê Ilias Arian Shaddadi gotiye, ”Heger keça we ji dibistanê bêt û karta(xerîteya) ku alên hemû dewletên cihanê li ser hatiye çapkirin raberî we bike û bêje, "bi kerema xwe Kurdistana xwe raberî min ke", hûn jê re çi bêjin?”
Zarokên min jî gelek caran ev pirs ji min kirin,  min jî nikanîbû bersîveke ew jê fêm bikin bidim wan…
Heta kurd nebin xwedî dewlet, heta Kurdistan jî di xerîteya/nexşeya dinyayê da ciyê xwe negire, tu dê û bavê kurd nikane bersîva vê pirsê bide zarokên xwe.
Ez bawer dikim zarokên hemû kurdan, lê bi taybetî jî yên li Ewrûpayê dijîn ev pirs ji dê û bavên xwe kirine û dikin.
Û tu bav û dê jî nikane bersîveke wiha bide ku zarok qebûl bikin û îqna bibin û bi wê bersîvê werin serî.
Û heta em kurd nebin xwedî dewleteke serbixwe, xwedî Kurdistaneke azad zarokên me ewê tim û tim vê pirsê ji me bikin.
Çimkî heqê wan e vê pirsê ji dê û bavên xwe bikin.
Çima welatê wan, Kurdistana dê û bavên wan  di xerîteya(nexşeya) dinyayê(cîjanê) da tuneye.
Çima dê û bavên kurd jî wek yên faris, ereb û tirk nikanin di xerîteya/nexşeya dinyayê da welatê xwe nîşanî zarokên xwe bidin?
Ji bo em ji vê pirsa zarokên xwe xelas bibin li beşekî be jî, biçûk be jî dibê Kurdistan çê bibe.
Dibê zarokên kurd jî bibin xwedî aleke netewî û dewleteke serbixwe.
Dibê zarokên kurd jî kanibin navê welatê xwe di xerîteya dinyayê da bibînin.
Ji bo xatirê zarokên me me be jî,
ji bo zarokên me di nava zarokên miletên din da xwe biçûk û hustuxwar nebînin,
ji bo zarokên me jî wek zarokên miletên din kanibin di xerîteya dinyayê da welatê xwe nîşanî hevalên xwe bidin gerek Kurdistan çê bibe…
Îro li Başûrê Kurdistanê ev îmkan, fersenda çêbûna Kurdistanê baş xerab peyda bûye.
Heger hêzên wir, mezin û serokên başûr bixwazin û bi hev nekevin û gel jî di referandûmê da bibêje erê, Kurdistan çê ewê çê bibe û zarokên me jî êdî ewê kanibin di xerîteya dinyayê da welatê xwe nîşanî hevalên xwe bidin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE