15 september 2017

Ji bêşansiya me ra dijminên me pir in

Bi nêzikbûna roja referandûma 25ê Îlonê ra gef û êrîşên Tirkiyê li ser Kurdistana Başûr jî zêde dibin.
Helbet gefên Îranê jî ji yên Tirkiyê ne kêmtirin. Îran di çend cepheyan da gorra kurdan dikole.
Em çi bikin ji bêşansiya me ra dijminên me pir in û gelkî jî zalim in.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê di beyana xwe ya li ser referandûma ewê di 25ê Îlonê da çê bibe gotiye:
”Heger li gel hemû tewsiyeyan Îdareya Herêma Kurdistanê di referandûmê da israr bike miheqeq ewê berdêleke wê hebe. Dibê ev were zanîn.”
Maneya vê gefê ya ewê êrîşî kurdan bikin ya jî derîyê Xêbûr bigrin û ambargoyê deynin ser kurdan.
Ya jî herduyan bi hev ra bikin.
Bi baweriya min herdu îhtîmal jî pûç in, nikanin tiştekî jî bigin.
Di êrîşekê da ewê li zirarê derkevin. Çimkî yê êrîş dikinê ne PKK û Qendîl e, hukûmeteke meşrû ye. Reaksiyona Nyê û dinyayê ewê gelkî cihê be.
Û bi girtina derî jî ji kurdan bêtir ewê zirarê bibînin.
Çerxa aboriya Tirkiyê nuha xêra tîcareta bi Kurdistana Başûr ra digere. Hecma tîcareta bi Kurdistana Başûr ra salê ji 10 milyran zêdetir e.
Bi baweriya min tehlûkeya herî mezin ne êrîşên Tirkiyê û Îranê ye, Îraq e. Îraq kane bi tahrîk û alîkariya Tirkiyê û Îranê dînîtiyeke wiha bike…



XXX
Li ser referandûma Kurdistana Başûr Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu gotiye, ” Gava hewce be emê hîç texsîr nekin her hêzê bi kar bînin.”
Belê mesaja Tirkiyê û hukûmeta AKP ji kurdan ra ev e; heger hûn referandûmê çêkin emê êrîşî we bikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE